ÇalakîManşêtPYD

Kurdistaniyên li Lubnanê pêngava 15’ê tebaxê pîroz kir

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD şahiyek bi boneya salvegera pêngava 15’ê tebaxê li Lubannê li hola Şalat Siwês dar xist.

Civaka kurd li Lubananê li şahiyê hazir bûn, hola şahiyê bi wêne û sembolên kurdî hatibû xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat, kongra Star û ciwanên PYD li Lubnanê axaftin kirin, di gotinan de pêngava 15`ê Tebaxê wek destpêkirina jiyana azad a birûmet hate wesifandin û tevahî şehîdên di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine, hatin bibîranîn.

Dûre, koma Welatê Rojê û Şehîd Rojîna berhemên xwe pêşandan.

Back to top button