ManşêtNûçe

Christopher Miller: Divê piştgiriyeke mezintir ji bo doza kamp û girtîgehên DAIŞ`ê bê dayîn

Li gor Navenda Ragihandinê ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wezîrê parastinê yê berê yê Amerîkayê Christopher Miller ji bo nîqaşkirina gef û zehmetiyên li hember Rêveberiya Xweser derdikevin û girîngiya destekdayîna aborî û siyasî jê re, di 16’ê vê Tebaxê de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û gelek hevdîtin pêk anîn. Di nav de bi daîreyê re civiya.

Di hevdîtina wî ya li gel Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hevseroketiya daîreyê Bedran Çiya Kurd û Semer Ebdullah û cîgirê hevseroketiyê Robêl Beho beşdar bûn.

Navenda ragihandinê ya daîreyê da zanîn ku Miller gelek doz nîqaş kirin ji wan naskirina herêmê û rewşa wê û teqezî bi girîngiya parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Miller destnîşan kir ku divê piştgiriyê Amerîkayê ji bo Rêveberiya Xweser bidome û ev tecrubeya li herêmê bê parastin.

Her wiha navendê piştrast kir ku Miller ked û fedakariya şêniyên herêmê ya ji bo têkbirina terorê silav kir.

Piştre, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd der barê rewşa herêmê, dozên sereke û zehmetiyên heyî de axivî û teqezî bi girîngiya xebatên hevbeş kir.

Miller destnîşan kir ku divê piştgiriyeke mezintir ji bo doza kamp û girtîgehên li herêmê bê dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev serdana wezîrê parastinê yê berê yê Amerîkayê ya yekemîn e li herêmê.

Back to top button