ManşêtNûçe

Kongreya Star banga hevgirtinê li NY’yê kir

Kongreya Star bi daxuyaniyekê ji bo pêşîgirtina li êrişên dewleta Tirk a dagirker, avakirina komîsyonekê ji bo lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, mîsogerkirina vegera ewle ya penaberan û bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk banga hevgirtinê li UN Women (NY Jin) kir.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ku îro weşandiye, wiha da zanîn:

“Em Kongreya Star, tevgera konfederalî a jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamên rêxistina UN Women silav dikin. 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, jinên cîhanê xwe bi rêxistin dikin û her cure tundiya ku jin rû bi rû dimînin şermezar dikin. Em weke jinên bakurê Sûriyê ji rewşa jinan a li herêmeke ku di nava şerekî berdewam de ye (çi leşkerî, çi aborî, çi ekolojîk û çi derûnî) bi fikar in. Ji ber vê yekê bi boneya roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinan, em vê nameyê dinivîsin.

Herêm di bin gefa êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de ye û di bin êrişên bênavber. Gelê heremê bi salan e li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin. Ev bêîstîqrarî û êrişên berdewam bandoreke giran li ser jiyana jinan, jiyana zarokan û mafên mirovan li herêmê dike, weke ku me di demê dawî de bi dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û herî dawî jî êrişa balafirên keşfê li Kobanê, Qamişlo û Hesekê dît.

Dewleta Tirk û çeteyên wê bi berdewamî qanûnên navdewletî û mafên mirovî binpê dikin. Talan, wêrankirin, hilweşandina xaniyan, revandin, îşkencekirin, girtinên keyfî, bikaranîna çekên kîmyewî, sûcên tundiyê, guhertina demografî ya bi darê zorê, kuştina jinan û tundiyên din ên li ser bingeha zayendî bûne jiyana rojane ya gelên li herêmên dagirkirî. Jin tên girtin û revandin û di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk rastî her cure şîdetê tên: lêdan, îşkence, testa “keçikbûnê”, tecawiz an jî weşandina wêne û dîmenên ku nîşan didin ku çewa destdirêjî li wan tê kirin, li van girtîgehan pir zêde ye. Lê li herêmên dagirkirî bi giştî jin tên kuştin û xwekuştinê zêde dibe ji ber tu alternatîfek nabînin.

Di seranserî heremê Bakur û Rojhilate Sûriyê jin di bin hedefa dewleta Tirk de ne. Di Cotmeha 2019’an de Çîçek Kobanê hemwelatiya Sûriyê û endama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji aliyê çeteyên tirk ve hatibû girtin û revandin Tirkiyê, ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Tirkiyê ve bi cezayê heta hetayî hatibû mehkûmkirin. Di 12’ê Cotmeha 2019’an de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li ser rêya M4’ê hate qetilkirin. Di 13’ê Cotmeha 2019’an de endama Kongreya Star Aqîde Osman û 14 sivîlên din ên ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê diçû Serêkaniyê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin. Di 23’ê Hezîrana 2020’an de li gundê Halince yê Kobanê 3 endamên Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl, Emîna Waysî û Zerha Berkel ji aliyê balafirên bê mirov hatin qetilkirin. Di 19’ê Tebaxa 2021’an de endama Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Sosin Mihemed ji aliyê balafirên keşfê yên dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Ev tenê çend mînak in.

Tevlî vê êrişên berdewam şaneyên DAIŞ hin bi çalakin. Cîhan bi binpêkirinên giran ên li dijî jinan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve matmayî ma, lê dema ku jinên di herêmên dagirkirî bi êrişên zayendî, tundî, îşkence, revandin û kuştinê re rû bi rû ne, bêdeng in. Gelek rapor, gotar, bang hene ku rewşê vedibêjin ku dişibe rewşa jin di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de rû bi rû mane.

Weke hemû rêxistinên jinan ên ji bo azadiya jinê dixebitin, em her rojên salê dixebitin û hemû hêza xwe didin da ku jin ji tundiyê biparêzin û civakek ku her kes dikaribe di nav aramî û ewlehiyê de bijîn. Dilsoziya me, têkoşîna me wê ti carî raneweste, lê ji bo em bigihînin armanca xwe divê şer û dagirkerî raweste.

Ji ber rola sereke ya Neteweyên Yekbûyî ew e ku “parastina aştî û ewlehiya navneteweyî bi girtina tedbîrên kolektîf ên bi bandor ji bo pêşîgirtin û rakirina metirsiyên li ser aştiyê”. Di vê çarçoveyê de piştevaniya UN Women girîng e û ji ber vê yekê em bang li we dikin ku zextê li civaka navneteweyî bikin, ji bo;

– Pêşîlêgirtina êrişên hovane û dijminati ya Tirkiyê û parastina agirbesta ku li ser hate lihevkirin.

– Avakirina komîsyoneke lêkolînê û şandina wê li Bakurê Sûriyê ji bo lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk û komên girêdayî wê.

– Dewleta Tirk ji dagirkerî û destwerdana xwe ya li Bakurê Sûriyê vekişe.

– Ji bo garantîkirina vegera ewle ya penaberan bo malên xwe li gorî yasayên navdewletî.”

ANHA

Back to top button