ManşêtNûçe

Kongreya Star ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li bajarê Qamişlo semînerekê dide

Kongra Star îro Çarşemê 24’ê Mijdarê di bin diruşmeya “Têkbikoşe, dagirkerî û tundiyê têk bibe” li baxçeyê xwendinê li bajarê Qamişlo, bi beşdariya jinên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser, semînerek derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pêşkêş kir.

Semîner ji aliyê endama Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star Rûken Ehmed, Endama Meclîsa Edaletê “Xanim Ayo” û Rêvebera Akademiya Civaka Demokratîk “Nuha Omer” ve hate xwendin.

Di destpêka semînerê de deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê hat sekinandin, piştre “Rûken Ehmed” behsa sedemên tundiya li dijî jinan û çawaniya pêkanîna mafên xwe di civakê de kir û şîdeta li dijî wê pêk tê ew bikaranîna bi qesdî ye, ya bi hêz an desthilatdariyê ne tiştekî din e û dibe ku bibe sedema zirar û ziyana derûnî.

Rûken, di dema axaftinê de bal kişand ser hemû cureyên tundiya li dijî jinan bi hemû şêweyên fîzîkî, derûnî û zayendî û herwiha sedemên wê yên aborî û civakî

Di dawiya semîmerê de; Gotûbêj ji aliyê beşdaran ve hat vekirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka tundiya li ser jinan, nêrîn û raman hatin danûstandin.

Back to top button