ManşêtNûçe

Ji ber siyasetên dij-demokratîk.. Erdogan ji bo civînê neyê vexwendin

Meha bê serokê Amerîkayê Joe Biden “Civîna Bilind a Demokrasiyê” bi rêve dibe.

Civîna navbera 9 û 10’ê Kanûnê bi rêya vîdeo-konferansê û bi tevlîbûna 110 serokên cîhanî wê were lidarxistin.

Wezareta Karê Derve a Amerîkayê lîsteya fermî ya vexwendina civînê bi parve kir.

Tirkiye û weke ku dihat payîn, cihê xwe di vê lîstewyê de nagire.

Beriya niha jî ji ber binpêkirina mafan û siyasetên dij-demokratîk, aliyên pêwendîdar eşkere kiribûn ku ew ê serokê Tirk Erdogan ji bo civînê neyê vexwendin.

“Civîna Bilind a Demokrasiyê” wê bi van mijaran pêk were;

Parastina li dijî rêjîmên desthilatdar.

Têkoşîna li dijî karên nelirê.

Û rêzgirtina mafê mirovan.

Ronahî

Back to top button