ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Konferansê HPC hate dest pê kirin

Konferansa 2’yemîn a Hêzên Parastina Civakî (HPC) ê bi dirûşma “Tekane rêya xelaskirinê ji qirkirin û kuştinê, rêya xweparastinê ye” li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan ê herêma Cizîrê tê lidarxistin. 950 endamên HPC`ê, endam û rêveberên Rêveberiya Xweser û Kongreya Star tev li konferansê bûn.

Axaftina vekirinê ji aliyê endama Koordînasyona TEV-DEM`ê Foza Yûsif ve hate kirin. Foza Yûsif konferans li beşdaran pîroz kir. Foza berxwedana Leyla Guven û têkoşerên di girtîgehên Tirkiyê de silav kir û wiha got: “Têkoşîn û berxwedana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya têgeha xweparastinê gihand vê astê. Gelên herêmê gihandin qadên dîplomasiya cîhanê, bû mînaka fedekarî û têkoşînê.”

Piştî Foza Yûsif, endama rêveberiya Kongreya Star Eyhan Murad axivî û wiha got: “HPC`ê roleke girîng di parastinê herêmê ji terorê de lîst. HPC di berxwedana li dijî her êrîşeke li ser herêmê de bû pişta hêzên leşkerî.”

Eyhan destnîşan kir ku pir girîng e xweparastin bê xurtkirin û têgeha wê di nava hemû şêniyên herêmê de bê belavkirin.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, dîwanek ji 5 endaman hate hilbijartin da ku konferansê bi rê ve bibe û paşê rapora salane hate xwendin.

Tê payîn ku konferans bi hilbijartina Meclisa Giştî ya HPC`ê ji 63 endaman û derxistina biryarên der barê kar û xebatên wan de bi dawî bibe.

Back to top button