ManşêtNûçe

Konfederasyona Koçberên Çewisandî: Bila xebatên MÎT’ê li Ewropayê were qedexekirin

Konfederasyona Koçberên Çewisandî yên Ewropayê (AVEG-KON) bi daxuyaniyeke niviskî xwest ku xebatên MÎT’a Tirk ên li Ewropayê werin qdexekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin li deverên cîhanê rejîma AKP-MHP’ê li dijî muxalîfan îstîxbaratê die hev, hewl dide mirovan bike sîxûr û karibe hewl dide ku wan ji hêla fizîkî tine bike.

Di daxyuyaniyê de hate gotin kirinê navborî bi destê MÎT’ê û rêxistiniyên paşverû-faşîst têne rêvebirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku konsolosxanên ku mirov ji bo karên xwe yên bûrokratîk diçinê, mizgeftên ku ji bo îbadetê diçinê, şûbeyên bankayan û hwd… bûne navenda  MÎT’ê, rêxistiniyên faşîst û paşverû û hate gotin heke dewletên Ewropî niha li dijî vê rastiya tarî tevnegerin wê tim bibin hedefa faşîzmê.

AVEG-KON’ê got, ”Bila xebatên MÎT, rêxistiniyên paşverû-faşîst werin qedexekirin, belawelakirin, em bang dikin ku ev daxwaz were xurtkirin.”

Back to top button