ManşêtNûçe

Tirkiya kompelkesên xaniyan ava dike da ku malbatên ereb bi cih bike li gundê Êzdiyan li Efrînê

Tirkiya guhertina demografî li kantona Erfînê berdewam kir, ku şêniyên wê yên kurd, Êzdî, Fileh û Ermenî koçber kir, û li şûna wan niştecihên ji Heleb, Îdlib û Xota bi cih kirin.

Dagirkeriya Tirkiya kompelkesên xaniyan ava dike ji bo bi dehan ji malbatên niştecihan li gunê Baflon ya Êzdî, û rêxsitinên Qeterî, Kiweytî tevlî projeyên dagirkeriya Efrînê dibin di der barê pêkanîna van projeya li ser hesabên wan.

Berevajî ku medyayê Îxwan El-Muslimîn radighiînin ku ev projeyek dildar û herêmî ye, ev kompelkesa xaniyan ew e projeyek nû ya kolonyalîste jê re tê gotin(Kampa Hevkariyê), avakirina wê ji hêla desthilatdarên dagirkeriya Tirk û Îxwan El-Muslimîn tê şopandin, ku rêxistinên Îxwan El-Muslimîn ên Qterî Kweytî fînanse dikin.

Li gorî agahiyan ku ev rêxistinanan pereyên bi dolarên Emerîkî pêşkêşî malabatên nişetcih kirin heta ku karibin malekê li ser xakê ava bikin ya ku desthilatdariya dagirkeriya Tirk da ye wan.

Her wiha aliyên piştgiriya projeya gundê dagirkeriyên pilan dikin ku 70 malbatan li wir bi cih bikin, ev gundê nû wê li bin çiyayê Baflon û li gundê(Baflon) ya Êzdî kurdî ku hemû şêniyên wê yî resen jê koçber bûne; wê bê ava kirin, wê niştecih jî li malên gund jiyan bikin ku hejmra malan der dora 60 mal e.

Bi avakirina kompelkesên xaniyan li (Bflon, afrazî, Çiyayê Leylon) û ji xeynî wê, şerê damigrafiyê li dijî hebûna dîrokî ya kurdan ket projeyek nû de, bi aramanca berfirehkirinê û afrandina rastiyek demografî nû, ev hevdem li gel bêdengiya navdewletî di der barê bi cihkirina bi dehhezaran ji niştecihên ereb li malên kurda ji hêla dagirkeriya Tirkiya yên koçberbûn di der barê êrîşa Tirkiya û çeteyên wê ji Efrînê.

Back to top button