ManşêtNûçe

KNK’ê li Başûrê Kurdistanê civînek li dar xist

KNK’ê, duh 20’ê Çotmehê li Başûrê Kurdistanê civînek li dar xist, ji bo lêkolînkirina dozên netewî û geşedanên siyasî yên têkildarî peydakirina formuleke diyalog û lihevkirinê di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanî de.

Civîn li salona Şana li bajarê Raniya yê hat li dar xistin, hejmarek ji endamên kongireyê Asiya Ebûleh, Ebd El-Hadî Ahmed û Ahmed Qermûs, tevlî hejmarek ji siyasetmedaran beşdar bûn.

Di civînê de dozên kurdistanî û di serî de pirsgirêk û aloziyên dawî ya li herêmê nîqaş kirin

Di civînê de, Asiya Abdullah axivî li ser armancên serdana wan ji Başûrê re, û îşaret kir li ser “pêdiviya çalakkirina zimanê diyalogê.”

Ebdullah tekez kir ku”Her geşbûnek ber bi şerekî di nav bera birayan de xizmeta dijminên gelê Kurd dike, û xebat û hewldanên ji bo yekîtiya refa Kurdî qels dike”

Her wiha kesên hazir tekez kirin li ser” Girîngiya redkirina cûdahiyan û çareserkirina pirsgirêkên nakokî bi riya diyalogê, û parêzvanên şerê biratî xizmeta ajandayên dewleta Tirk dikin. ”

Hêjayî gotinê ye ku şandeya Kurdî dê di serdana xwe ya li herêma başûrê Kurdistanê de, wê bi çend partiyên sîyasî di vê hefteyê de bicive.

Back to top button