ManşêtNûçe

Komîteya Koçberên Serêkaniyê mûzakereyeke protestoyî radestî Koalisyona Navneteweyî kir

Çalakiyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê ya di çarçoveya pêngava “Vegera ewle bêyî dagirker” de didomin. Duh endamên komîteyê serdana navenda Koalisyona Navneteweyî ya li bajarê Hesekê kir û mûzakereyeke protestoyî radestî wan kir.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di 9`ê Tîrmeha borî de ji koçberê herêma Serêkaniyê hate avakirin. Armanc ji avakirina wê ew e ku balê bikşînin ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê yên li herêmên dagirkirî dikin.

Şandeya komîteyê ji serokê komîteyê Mesûd Hiso, berdevkê komîteyê Mehmûd Cemîl, endamên komîteyê Zehra Semhûn, Besam Kaco û Mihemed Milî pêk dihat.

Di serdanê de komîteyê mûzakereyeke protestoyî radestî Koalisyona Navneteweyî kir û bi vê yekê xwest ku zext li dewleta Tirk û çeteyên wê were kirin da ku ji bajarê Serêkaniyê vekişin, vegereke ewle bi misogeriya navneteweyî ji şêniyên bajar re peyda bikin û sûcên ku li Serêkaniyê û Girê Spî têne kirin, werin teşhîrkirin.

Komîte bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re civiya. Civîn ji çapemeniyê girtî re hate lidarxistin. Piştre encamên civînê bi kongreyeke çapemeniyê hate eşkerekirin.

Têkildarî mijarê serokê komîteya koçberên herêma Serêkaniyê Mesûd Hiso diyar kir ku wan bal kişand ser girîngiya ku dewleta Tirk were derxistin û vegereke ewle ji koçberan re were peydakirin.

Mesûd Hiso diyar kir ku nûnerên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê soz dan ku xwestekên koçberên Serêkaniyê bighînin aliyên pêwendîdar.

Mesûd Hiso di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe pêk bîne da ku zêdetir destekê bide şêniyên Serêkaniyê.

ANHA

Back to top button