Binpêkirinên artêşa dewlta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirinî berdewam in, her roj çend kesan direvînin, herî dawî jî sivîlek 30 salî revand û li hemberî berdana wî fidye xwestin.
Li gorî ajansa ANHA’yê çavkaniyekî ji Efrîna dagikirî ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji navçeya Raco ya Efrînê revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.
Li gorî çavkanî, navê sivîlê hatî revandin Nezîr Sebrî Salih (30) e, navê dayikê Zeyneb û ji gundê Etmana yê navçeya Raco ye.
Li gorî çavkanî, çeteyan li hemberî berdana Nezîr, 5 hezar dolar ji malbata wî xwestin. heta niha çarenûsa wî nediyar e.