ÇalakîManşêt

PYD’ê û Kongira Star li Lûbnanê sersaxî ji malbata şehîd “Emara Cûdî” xwestin

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê û Kongira Star li Lubnanê merasîmê sersaxiya şehîd “Emara Cûdî” ya ku ji ber bikaranîna artêşa dagirkeriya Tirkiy çekên kîmawî li gada Orxîle li Avaşîn a girîdayî Herêmên Parastina Rewe şehîd bû, organîz kir, êdî endamên Partiya Yekîtiya Demokrat  bi tevlîbûna Kongra Star sersaxî ji malbata şaehîd Emara Cûdî li mala wê xwestin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre “Serhed Çolî” bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat axivî, û tekez kir ku gelê me ji salan ve êş ji dagirkeriyê û binpêkirinên dermirovî der heqê wan dikişînin, piştrast kir ku dijimin binpêkirinên dermirovî bi kar tîne di nav bêdengiyek navdewletî.

Her wiha tekez kir li ser  pêwistiya berdewamkirina berxwedan û têkoşînê heta bidestxistina armancên me û armancên hemê şehîdên azadiyê.

Back to top button