ManşêtNûçe

Komîteya Koçberên Serêkaniyê encamnameya pêngava xwe eşkere kir

Bi wesîleya salvegera duyemîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê, Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi diruşma “Vegera bi ewle ya bêyî dagirkerî” pêngaveke çalekiyan ragihand. Pêngav 8 rojan bê navber dewam kir. Komîteyê encamnameya pêngavê û plansaziya xwe eşkere kirin.

Encamname wiha ye:

“Komîteya Koçberên Serêkaniyê têkildarî salvegera duyemîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê de, bi diruşma ‘Vegera bi ewle ya bêyî dagirkerî’ pêngaveke çalakiyan li hundirê kampan û derveyî wê dabû destpêkirin. Çalakiyên pêngavê 8’ê Cotmeha 2021’an dest pê kir û di 15’ê Cotmeha 2021’an de bi dawî bû. Şêniyên bi darê zorê hatin koçberkirin ên li kampan û navendên bicihkirinê, gund, bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha saziyên sivîl ragihand û kesayetên çalakî beşdarî pêngavê bûn.

Wekî tê zanîn dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi navê ‘Operasyona Buhara Aştiya” êriş li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dan destpêkirin. Lê ev operasyon ne aştî bû, berovajî wê binsaziya herêmê wêran kir, bi sed hezaran niştecihên resen ji warên wan koçber kirin û malbatên biyanî û mabatên DAIŞ’ê li şûna wan bi cih kirin. Bi vê yekê demografiya herêmê guhertin. Di encama van êrişan de bi sedan sivîl birîndar bûn û bi sedan winda bûn. Her wiha bi dehan dîl hatin girtin û gelekan di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. Dîsa jî siyasetên tirkirî û guhertina rengê herêmî, demgorafiya wê ya dîrokî pêk anîn ku heta dîroka îro li ber çav û guhê civaka navneteweyî berdewam dikin. Ev kiryar û sûc ji aliyê gelek rêxistinên navneteweyî ve, di nav de Komîteya Lêpirsînê ya navneteweyî ve hatin belgekirin ku ev rewş bi dagirkirî wesifandin.

ÇALAKIYÊN PÊNGAVÊ

Çalakiyên pêngava “Vegera bi ewle ya bêyî dagirkerî” 8 rojan li pey hev berdewam kir ku li gorî bernameya ji aliyê komîteyê ve hatibû dayîn bi rêve çû. Bîlançoya pêngavê ya ji aliyê Nivîsgeha Ragihandin, Şopandin û Têkiliyan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê ve hatiye amadekirin wiha ye:

ROJA YEKEMÎN 8/10/2021:

Bi beşdarbûna koçber û dezgehên ragihandinê, kongreyeke çapemeniyê li kampa Waşûkanî hate lidarxistin, tê de armancên pêngavê hatin eşkerekirin.

Bi boneya salvegera duyemîn a dagirkirinê, bi beşdarbûna koçberên li kampan û dezgehên çapemeniyê daxuyaniyek bi navê komîteyê bi zimanên erebî û kurdî ji raya giştî re hate xwendin.

Kampanya komkirina îmzeyan ji koçberan hate ragihandin. Dema kampanyayê bi kêmanî 10 roj in û encamên wê dê bi belge û raporên fermî ji aliyên navneteweyî re werin şandin.

Haştaga şermezarkirina dagirkeriya Tirk a li bajar hate ragihandin û rûpelek taybet a komîteyê li ser torên medyaya dijîtal hate vekirin.

ROJA DUYAMÎN 9/10/2021:

Bi beşdarbûna bi dehan koçberên ji Serêkaniyê panelek li kampa Serêkaniyê ya li taxa Telayî hate lidarxistin, nêrîn û hêviyên wan hatin guhdarkirin. Armanc ew e ku zext li aliyên navneteweyî were kirin da ku çareseriyeke bingehîn ji aloziya Sûriyê were dîtin û koçber bi ewle vegerin warê xwe. Her wiha êş û azarên şêniyên me ji raya giştî ya cîhanê re were parvekirin.

ROJA SÊYEMÎN 10/10/2021

Li kampa Serêkaniyê çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin. Malbatên şehîdan, malbatên birîndar û malbatên windahiyan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de daxuyaniyeke li dijî dagirkeriyê hate dayîn, hate gotin ku divê sûcdar bi rêya parêzerên herêmî û navneteweyî sewqî edaletê werin kirin.

Serdana bi dehan malbatên şehîd, birîndar, dîlgirtiyan û windahiyan hate kirin.

ROJA ÇAREMÎN 11/10/2021:

Bi navê Komîteya Koçberên Serêkaniyê nameyeke protestoyî bi zimanê erebî û îngilzî ji van aliyan re hatin şandin;

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antonio Blinken.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê li Sûriyeyê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov.

ROJA PÊNECEMÎN 12/10/2021

Bi amadebûna parêz, dadwer û hiqûqnasên ji Serêkaniyê panelek li kampa Waşûkanî hate lidarxistin. Di panelê de çawaniya dan û standinên bi rewşên dagirkirî re, redkirina wê bi rêbazên qanûnî li gorî qanûnên navneteweyî, radestkirina sûcdaran ji dadgehên navneteweyî re, her wiha radestkirina gilînameyeke ji aliyên peywendîdar ên navneteweyî re hatin nîqaşkirin. Panel bi encamnameyekê bi dawî bû.

ROJA ŞEŞEMÎN 13/10/2021

Şande hatin avakirin da ku bi desteyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya Herêma Cizîrê re, di nav de “Desteya Kar û Barên Civakî” koordîne bike, ku li ser mijarên çawaniya başkirina binsaziya kampan, parvekirin daxwaz û nêrînên koçberan ên derbarê astengî û pirsgirêkan de nîqaş bikin, heta ku koçber bi ewle vegerin Serêkaniyê.

ROJA HEFTEMÎN 14/10/2021

Serdana şênî û niştecihên resen ên ku bi zorê koçber bûne û li kampan, gund û dibistan hate kirin. Rewşa wan hate şopandin û geşedanên dawî ji wan re hatin nirxandin. Her wiha girîngiya meşandina xebateke hevbeş ji bo bidawîkrina dagirkeriyê darizandina şucdaran hate destnîşankirin.

ROJA HEŞTEMÎN 18/10/2021

Têkildarî azarên koçberiyê û bandora wê li jin û zarokan paneleke berfireh hate lidarxistin. Di nêrînên ku di panelê de derketin pêş de hate teqezkirin ku bidawîbûna azarên koçberiyê girêdayî têkbirina dagirkeriyê ye.

Em Komîteya Koçberên Serêkaniyê û bi diruşma “Em ê bimînin û vegerin” bidawîkirina pêngava xwe radighînin ku 8 rojan li pey hev berdewam kir.

Careke din em ji şêniyên xwe yên koçber re teqez dikin ku em ê çalakiyên xwe di her qadan de û di asta hundirîn û derve de xurt û berfireh bikin. Me erka berpirsyartiya parastina bajarê xwe Serêkaniyê û gundewarên wê, Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din girtiye ser xwe. Em ê bi hemû rêbazên qanûnî û demokratîk û bi derfetên di destê xwe de kar bikin da ku sûcan teşhîr bikin, dagirkeriyê bi dawî bikin û vegera ewle ya bêyî dagirker û gef ji şêniyên xwe re dabîn bikin.

Her wiha em spasiya hemû kesên ku rola wan di serxistina armancên  pêngavên de hebûn, rola pêşeng a dezgehên ragihandinê yên herêmî û navneteweyî ku rastiya pêngavê ji raya giştî re ragihandine, dikin.

Şehîd namrin.

Azadî ji lehengên Serêkaniyê re yên di girtîgehên dagirkeriyê de.

Ax a ya me ye..vegera ewle ya bêyî dagirkerî nêzîk e.”

ANHA

Back to top button