DaxuyanîJinManşêt

Şehîd “Zîlan Hesekê” sembola jina ereb e

Ji destpêka dîrokê, çand û netewe kom bûn ku jinan kirin kole, û bi derbasbûna demê re van zihniyetên mêran ên zalim karîbûn jinan bikin berhemeke bê nirx û tu mafê wê tune ye ku karibe tiştê ku winda bû vegerîne di dema pêvçûnên hebûnê de.

Dîrok vedigere ji bo nivîsandina destanan ku nameyên wan bi xwîna şervanên jin hatine nivîsandin ku karîbûn dîrokê bisekinînin ji bo mezinahiya wan şervanan, îro li bakur û rojhilatê Sûriyê, xwîn û çand bi yek rengî tevlihev dibin, ew e rengê azadiyê di şoreşa mirovahiyê de ji bo jiyana azad a bi rûmet bi pêşengtiya jina kurd, ereb, suriyan û êzdî ya ku karîbû tevahiya hişmendiyên kevin bighurîne, û tu kesî nikarîbû îradeya wê bişkîne di der barê şerê ku dewleta Tirk raghandibû bi dagirkirina parçeyên ji xaka bakur û rojhiloatê Sûriya, êdî jinê di rêza yekemîn de bû ji bo parastina xak û gelê xwe bike di nava wan de şehîd “Zîlan Hesekê” ya ku ji malbateke bi çanda Ereb û Kurd re têkildar e, bavê wê ji netewa ereb e û dayika wê kurd e, vê mîrateya mezin şehîd Zîlan kir ku xwe bi hişmendiya îdeolojîk ku koletiyê ji bo hemû jinan, nemaze jinên Ereb, red dike, xweparastin kir, ji ber vê sedemê, di dema êrîşkariya Tirk a li ser bajarê Serêkaniyê de, şehîd Zîlan rêveberek bû di Akademiya Siyaseta Demokratîk di Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de û bêyî tu fikir û dudilî, wê rahişt çekan û çû bajarê aştiyê. Wê têkoşîn kir, parast û bi serbilindî şehîd bû û gotinên wê yên dawîn bi ken “Ger tu şehîd ketî, ji bîr meke ku navê min Zîlan Hasakê ye”.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de di salvegera duyemîn ya şehadeta şehîd “Zîlan Hesekê” em soz didin tevahiya şehîdan ku li ser riya wan bimeşin, û em qet navkî ku dîrokê nivîsandiye ji bîr nakin û ew “Zîlan Hesekê” ye û em ê bimînin ji bo bigihîjin azadiya hemî jinan, ji ber ku bi azadiya jinan em ê bigihîjin azadiya civakê, û ji ber vê yekê jiyana hevpar sernavê hemî civakan e, û ji bo vê yekê em ê heya azadiyê têbikoşin û berxwe bidin.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-10-16    

Back to top button