ÇalakîManşêt

Komîteya azadiya rêber bi kesên bi rêber Ocelan re hevdîtin kirin civiyan

Di bin dirûşmeya “Dem Dema azadiya rêber Apo ye, azadiya rêber Apo azadiya mirovahiyê ye” komîteya rêber Apo , duh 9ê Sibatê civînek li kantona Hesekê li dar xist, bi beşdariya kesên ku rêber Ebdulleh Ocelan dîtin.

Di despêka civînê de, Sêfedîn rêberê di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê de li kantona Hesekê bixêrhatina beşdaran kir, û bang li wan kir ku deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê bisekinin.

Foza Yûsif endama desteya hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê axivî û komploya navneteweyî li dijî rêber Ebdulleh Ocelan şermezar kir, û tekez kir ku komploya li dijî rêber hate meşandin, armanca wê ya bingehîn têkçûna ramanê wî yê azad e, ya ku ji bo hemû gelê Rojhihata Navîn bûye referans, tekez kir ku rêber vîna gelan temsîl dike, û azadiya wî azadiya gelan e, ji ber vê yekî tecrîd li ser rêber hat feriz kirin.

Yûsif destnîşan kir ku her kes deyndarê ramana rêber Ocelan e, ji ber ku ew hîn ji bo azadiya gelan û gihaştina dad û wekheviyê têkoşîn dike, û bi saya fik û felsefeya rêber, jin karîbû hebûna xwe îsbat bike û tunekirina terorîzma DAIŞ’ê ya ku hemû cîhan nikarîbû wê têk bibe û li hember wê bisekine.

Foza Yûsif tekez kir ku herêma Rojhilata Navên di qonaxek hesas derbas dibe û divê hemû gel xwe birêxistin bikin û hebûna xwe îsbat bikin ji ber ku armanca dewleta Tirk şikandina vîna gelên azad e, û bidawîkirina hebûna Kurd bi taybey.

Piştre sînevîzyona komploya navneteweyî ya ku li dijî rêber Ebdullah Ocelan hate meşandin hat pêşkêş kirin, û parêzerê rêber tecrîda li ser wî hatî ferz kirin şîrovekir.

Di dawiya civînê de, nîqaş ji beşdaran re hate vekirin.

   

Back to top button