ÇalakîManşêt

Ciwanên PYD’ê: Dem dema azadiya rêber Apo ye

Bi diruşmeya “Dem dema azadiya rêber Apo ye..Teqez em ê bi serkevin”, ciwanên partiya me Partiya Yekîtiya demokratîk (PYD) duh 9’ê Sibatê li bajarê Qamişlo meşek li dar xistin, bi beşdarbûna bi sedan ji şêniyan, bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan

Meş ji kolana Munîr Hebîb dest pê kir heya avahiya Neteweyên Yekbûyî. û endamên ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên ” Dem dema azadiya rêber Apo ye..Teqez em ê bi serkevin” hilda bûn û diruşmeyên silavkirina rêber û şoreşa Rojava, û şermezarkirina êrîşên Tirk li ser herêmên me.

Meş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin, piştre Efîf Esed berpirsiyarê rêveberiya giştî li lîqa Berxwedan a werzîşê ya ciwanên partiyê axivî,û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd planan dike, em teqez dikin ku em ê van planan têk bibin, berxwedana xwe bidomînin heta rêbertî azad bikin.”

Esed bi domdarî got: “Bi girtina rêber Ocalan nikarin vîna gelê Kurd bişînin, ji ber ku em baş dizanin ku rêbertî bi fikirê xwe azad e.”

Her wiha Afif Asaad berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG û YPJ li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê slav kir.

Çalakî bi diruşmeyên şermezarkirina komployê û silavkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

   

Back to top button