ManşêtNûçe

Ahmet Turk: Tecrîd gelan hemûyan eleqedar dike

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, di kombûna ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê de li ser hewldaên tifaqa AKP-MHP’ê ya ji bo girtina partiyan axivî. Ahmet Turk anî ziman ku hewl tê dayin HDP bê bandor bê hiştin, lê partî bê girtin jî wê dest ji têkoşînê bernedin.

Ahmet Turk anî ziman ku girtina partiyan berê jî bi kêr nehat û got, “Heta niha gelek partiyên me yên siyasî hatine girtin. Lê belê Kurdan û yên ji demokrasiyê bawer dikin dest ji têkoşînê bernedan. Partiyên me yên siyasî bên girtin jî têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê wê dewam bike. Girtina partiyan îro herî zêde li berjewendiyên desthilatdariyê nayê. MHP ku hevparê desthilatdariyê ye, zextê dike, lê partiya li desthilatdariyê hesabê xwe dike.

Ahmet Turk diyar kir ku polîtîkayên zextê wê bi kêr neyê û bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên li ser zindanan: “Ev zext û zordarî ne tenê li ser mirovên li derve tê meşandin. Îro li girtîgehan bi deh hezran girtî, bi deh hezaran siyasetmedar hene ku bi rastî jî bo demokrasiyê têdikoşiyan. Lê belê îro li dijî wan polîtîkaya zindanê tê meşandin.

Li zindanan niha zexteke ku dişibe ya 12’ê Îlonê heye. Meşandina vê polîtîkayê wê bi kêrî gelê Tirkiyeyê û Kurdan neyê. Ji ber ku zext ti carî bi ser neketiye. Yên ku zext û zordariyê dikin wê rojekê teqez hesabê kiryarên xwe bidin.”

Ahmet Turk bal kişand ser asta metirsîdar a tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku tecrîd gelan hemûyan eleqedar dike: “Zexta li zindanan ne tenê li ser Kurdan e, her wiha li ser gelê Tirk ê alîgirê demokrasiyê û gelên din hemûyan e. Feraseta zordariyê ne tenê zerarê dide Kurdan her wiha zerarê digihîne gelên Tirkiyeyê hemûyan.

Bi sedan endamên çapemeniyê, bi sedan parêzvanên demokrasiyê hatine girtin. Bêguman polîtîkaya tecrîdê, navê xwe yê siyasî feraseta veguherîna dîktatoriyê ye. Li gelek deverên cîhanê rejîmên tekperest û zordar hesabê kiryarên xwe dane. Eger hûn hurmetê nîşanî nasname, çand û baweriyên cuda nedin, hûn ê hingî dostaniya navbera gelan ji holê rakin. Ev yek wê zerarê bide gelên Tirkiyeyê jî.”

ANF

Back to top button