ManşêtNûçe

HDP’ê qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi bîr anî 

Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari bi wesîleya salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de qurbaniyên Qirkirina Dersimê hatin bi bîranîn û wiha hate gotin: “Komkujiya di salên 1937-38’an de pêk hat tê wateya tofan, hilweşîn û tunekirinê. Navê ‘Tertele’ lê hatiye kirin. Yek ji mezintirîn komkujiyên li Tirkiyeyê ye û di rûpelên reş ên dîrokê de cih digire û cihê şermê ye. Bi deh hezaran însan hatine qetilkirin. Her çiqas 83 sal bi ser komkujiyê de derbas bûne jî divê dewlet bi heqîqeta komkujiyê re hevrû bibe. Pêwîste ji bo ronîkirina komkujiyê Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê were avakirin. Pêwîste hemû arşîn werin eşkerekirin. Lazime biryarên qeydên dadgehê ji raya giştî re werin eşkerekirin. Bi awayek giyabî be jî divê kiryarên komkujiyê werin darizandin. Divê gora Seyîd Riza û hevrêyên wî werin eşkerekirin. Pêwîste belgeyên keçên Dersimê yên windayî werin eşkerekirin û ziman û çanda Dersimê lê were zivirandin. Lazim e dewlet li ser bingeha bi heqîqetê re hevrû bibe û ji malbatên qûrbaniyan û gelê Dersimê lêborînê bixwaze.”

Back to top button