ManşêtNûçe

Kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn rêber Ocalan e  

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Erîfe Bekir metirsiya xwe li ser israra desthilatên Tirk a qedexekirina hevdîtina malbata rêbertî û parêzeran bi wî re anî ziman û da zanîn ku siyaseta ku dewleta Tirk pêk tîne dê bi xwe re gelek xeteriyan bîne.

Erîfe Bekir diyar kir ku ji demeke dirêj ve, tu agahî li ser rewşa tenduristiya rêbertî bi dest neketine û bi rêya dezgehên çepemeniyê yên Tirkî di vê dawiyê de hat belavkirin ku rewşa rêbertî ne arame û wê yekê jî nakokî û xof çêkir.”

Erîfe Bekir îşaret kir ku tevahî cîhan dizanin ku kilîta azadî û çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destê rêber Ocalan de ye.”

Erîfe Bekir wiha domand: Bawerî bi dewleta Tirk a dagirker nabe, ew dijminê gelê Kurd e, komplo li dijî rêber Ocalan pêk anî û li dijî gelê kurd komplo berdewam e.

Erîfe Bekir bang li civaka navneteweyî, komîteya navneteweyî ya mafên girtiyên siyasî û CPT’yê kir ku yekser serdana rêber Ocalan bikin û daxuyaniyan têkildarî wê bidin.

Erîfe Bekir bang li tevahiya jinan li cîhanê kir ku dakevin qadan û banga azadiya rêber Ocalan bikin.

Erîfe Bekir wiha gotina xwe bi dawî kir: “Berdewama komployê û tecrîda girankirî ya bi hevkariya dewletan, şermeke mezin e.”

ANHA

Back to top button