ÇalakîDaxuyanîJinManşêt

Meclisa Jin ya PYD daxuyaniyek da û kuştina jinan şermezar kirin

Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD daxuyaniyek der barê kuştina jinan da.

Daxuyanî ji hêla endama Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Ahîn Elî hat xwendin, li navenda partiyê li taxa Salihyê.

Daxuyanî wiha ye:

Ji destpêka şoreşa Sûriya heta roja heyî, gelê me gelek êşên cuda kişandin ji koçberkirin, kuştin, belengazî û birçîbûn bêyî ku tu kes li êşa wan guhdar bike.

Li hember wê şoreşa dîrokî ya ku ji rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriya destpê kir bi pêşengtiya jina têkoşer xwediya vîn û îsrarê ya ku bû mînakek ji tevahiya cîhanê re, hemû kes matmayî man ji meznahiya wê.

Îro; di meha Adarê de ya ku bi meha buhar, jin û vêxistina agirê Newrozê tê naskirin, em li hember rastiyeke xerab hatin ku du jin hatin kuştin, yek ji wan li navçeya Çilaxa ye, ya duyemîn jî li çiyayê Keziwan di bin navê adat û urfan de, û di bin navê ji mafê civakê ye ku jinan bikujin ji ber ku ew tişteke duyemîne û tu wateya wê di jiyanê tune ye, hişmendiyên paşvemayî hîn jî sedema binghîn e li pêşiya azadiya civakê û gihaştina wê li xaka ewlehî û aştiyê ye, nemaze li pêşiya jinê ku tenê wê kir kole, hilberek bazirganiyê û amûra hilbrandinê, wê ji mafê herî bingehîn ji jiyaneke bi rûmet û azad bêpar hişt.

Divê jin bi hişmendî û zanînê xwe zêdetir fêr bike ji bo berxwe bide û drûşmeya tîkoşîn û berxwedanê bilind bike da ku bi wê û civakê bighêje azadiyê.

Em di Meclisa jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD rewşên kuştin û xwekuştinê ya ku jin rastî wê tê şermezar dikin, em daxwaz dikin ku cezayên herî giran der heqê kiryarên van tawanên hovane werin sepandin.

Dive me jibîr nekin ku jin ew dayike, ew ruhê pîroz e ya ku jiyan di hundirê wê de hat afirandin.

Ka em bibin yek dest û xwe bi hişyarî û biryardariyê çekdar bikin, û em bi hev re bêjin .. Dest ji kuştina jinan berde.

Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-3-24

Back to top button