Rêxistina PYD’ê ya bajarê Qamişlo kongreya xwe ya duyemîn lidar xist. Di kongreyê de Hevserokê PYD‘ê Salih Muslim tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe ji bo avakirina civakeke demokratîk bidomînin.
Duyemîn kongereya PYD‘ê ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna Hevserokê PYD‘ê Salih Muslin, nûnerên partiyên siyasî, Heyet El-Tensîq, Yekîtiya Suryan, Desteya Niştimanî ya Erebî, Yekîtiya Oldarên Musliman, Komîteya Karûbarên Olî û Meclîsên Rûspiyên Kurd di saet 10:00 an de dest pê kir.
Kongre bi dirûşmeya “Ji Rojavaya Azad ber bi Sûriyeke Federal û Demokratîk ve” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tê lidarxistin.
Kongere bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endama Meclîsa Rêveber a PYD‘ê Buşîra Derwîs axaftina vekirina kongreyê kir. paşê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim axivî û kongre li malbatên şehîdan pîroz kir.
Muslim geşedanên dawî bi vê rengî nirxand “Xwediyên berjewendiyên kesayetî îro di Sûriyê de, di nava liv û tevgerê de ne. Di serî de dewleta Tirkiyê, Erebistana Siûdiyê, Rûsiya û Îranê dixwazin berjwendiyên xwe di Sûriyê de pêk bînin.”
Salih Muslin bal kişand ku civînên qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin, bêyî beşdarbûna nûnerên rastê ên Sûriyê çêdibin û wiha pê de çû: “Ji bo çarenûsa Sûriyê li Riyadê di civin, kesên ku ew dixwazin beşdarî civînê dikin û nûnerên raseteqîn dûr dixin. Civînên Cinêv û Astanayê jî eynê bi vê rengî bû, piraniya pêkhateyên Sûriyê nehatin vexwendin, her kesên ku banga demokrasî û biratiya gelan dikin ji civînê hatin dûrxistin.”
Muslim destnîşan kir ku jiyana hevbeş riya tekane a bidesxistina azadî û çareseriyê ye.
Hevserokê PYD‘ê Salih Muslin di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew ê ji bo avakirina civakek azad têkoşîna xwe bidomînin û ev tişa anî ziman: “Têkoşîna me ya ji bo avakirina civakek saxlem bedewam e, wê dengê her kesî guhdar be, her hewldaneke çareseriyê ku li dijî vê yekê be û li gorî me neyê qebûlkirin.”
Kongere bi xwendina rapora salane ya xebatên partiyê didome.
(bb/ne)