ManşêtNûçe

KCK: Xeta Rêber Apo tekane rêya rizgariyê ye

Konseya Seroktiya Giştî ya KCK’ê, ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku weke ji nû ve çêbûna gelê Kurd tê pîrozkirin, peyameke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”4’ê Nîsanê, bûyina Rêbertî,  ji bo gelê Kurd ku navê xwe ji dîrokê jî hatibû rakirin, destpêka çîroka ji nû ve çêbûnê ye. Em tevger hedefa rakirina tecrîda mitleq a li ser Rêber Apo û pêkhatina azadiya fizîkî, em ê li navenda hemû xebatên xwe bi cih bikin û xebatên xwe bi perspektîfa Newroza Sala 50’î ya Rêbertî rê ve bibin. Bi vê çarçoweyê em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz, dostên hêja, bang li jin û ciwanên Kurdistanî dikin, ji bo rakirina tecrîda mitleqa li ser Rêber Apo  û azadiya fizîkî têkoşînê geş bikin, rêxistiniyê xurtir bikin û çalakiyên xwe zêdetir karîger bikin û bang li her kesî dikin li qada lê dijîn daran biçînin.”

Peyama KCK’ê wiha ye:

”Em rojbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê di serî de li gelê Kurd, li jinên Kurd û dostên Kurdan, li hemû gelên bira û li cîhana demokrasiyê pîroz dikin. Li gel vê, em şehîdên 4’ê Nîsanê ku bûne sembola dilsoziya bi welatparêzî ya bi Rêber Apo re, hevrê Mahsûm Karaoglan û Mustafa Dag bi humet û mineteke mezin bi bîr tînin.

4’ê Nîsanê bûyina Rêbertî rojek ji wan rojan e ku ji bo gelê Kurd û jinan xwedî maneyên pir î kûr e. Ji bo gelê Kurd mizgîniya ji nû ve çêbûnê ye. Mizgîniya wê ye ku hebûna xwe ya ti nemabûn ji des bide, dîsa digihijiyê. Mizgîniya jiyaneke azad e. Ji ber vê jî gelê Kurd û dostên gelê Kurd 4’ê Nîsanê bi moral û coşiyeke mezin pîroz dikin. Vê ji bo we weke ji nû ve çêbûnê dibînin. Weke rojbûna xwe, weke roja bûyina hebûna xwe dibînin û wiha pîroz dikin.

HER WIHA PEVGIHÎNA JINAN E

Bi rengekî rêxistinî û girseyî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, çalakîtiyeke wiha ye ku piştî komploya navnetewî derketiye holê.  Cara pêşî ya ku bûyina 4’ê Nîsanê ya Rêbertî bi rengê çalakiyeke ekolojîk û şahiyeke demokratîk biryar li ser dayî vîna jinên Kurd e. Piştre gelê me yê bi pêşengiya jinan, li 4’ê Nîsanê buyina Rêbertî xwedî derketiye, her sal bi  şahiyên mezin pîroz kiriye û bi demê re bûye weke rêz û rêçik. Ji vî alî ve, pîrozkirina bûyina Rêbertî 4’ê Nîsanê her wiha çalakiyeke jinê ye. Pevgihîna jinan û Rêbertî ye. Hezkirin, bêrîkirin û dilsoziya kûr a jinên Kurd a li bara Rêber Apo ye. Ji ber vê, her 4’ê Nîsanê bi pêşengiya jinên Kurd roja pevgihîna Rêber Apo ye û hevhembêzkirinê ye.

ÇÊBÛNA DERFETA JI NÛ VE NEWROZBÛNÊ YE

Gelê Kurd, heta beriya pêkhatina Rêberiya mezin, dijminan ew mehkûmî qirkirineke mezin kiribûn. Ji cercereya qirkirina fizîkî û çandî derbas kiribûn. Siyaseta înkar û îmhaya mezin li ber hatibû danîn, tenê bi sînorên biyolojîk mafê jiyanê naskiribVûn. Ev mafê jiyanê yê di nav sînorên bîyolojîk de jî, bi şerte înkarkirina çand û nasnameya xwe dihate naskirin. Ango li gel welat û çandê, navê Kurdan jî ji dîrokê hatibû rakirin.  Ji ber vê jî, 4’ê Nîsanê bûyina Rêbertî, ji bo Kurdan ku navê xwe jî ji dîrokê hatibû rakirin, roja destpêka çîroka bûyinê ya Kurdan e. Ji bo Kurdan zayina derfeta ji nû ve Newrozbûyinê ye. Ji bo wê civaka ku Newroza xwe winda kirî, bi dest ve anîna wê fersendê ye ku dîsa bigihije Newroza xwe. Ji bo wê civaka ku roja xwe ronîkir ji dest dayî, tê maneya ji nû ve gihaştina roja xwe ye. Ji vî alî ve, 4’ê Nîsanê bûyina Rêbertî,  bidawîhatina qedera qirkirinê ya sed salî ya li ser Kurdan e.

RÊ LI ZEMANEKÎ NÛ YÊ KURDAN VEKIR

Zemanê ku bi bûyina Rêber Apo re dest pê kirî, bû sedema zemanekî nû yê Kurdan. Kir ku gelê Kurd bigihije kokên xwe yên dîrokî û wê nasnameya ku ji dest dayî. Kir ku çavê wî li nasnameya xwe rastî û jiyaneke birûmet vebe. Gelê Kurd bi rengê gelê xwdî rûmet, li nav gelên cîhanê bû xwedî qedr û qîmet.  Gelê me, li gel hovîtiya giran a li ser tê kirin û êşên bêmînak ku kişandî jî, bi berdêlan, têkoşîna xwe ya ji vê bereyê ve her ku diçe geştir dike. Ji ber ku pê dizane ku xeta Rêber Apo tekane rêya rizgariyê ye û bi vê bawer e. Ji ber vê jî êşa ku dikişîne diparzinîne, ji bo ku vê bike xweşikiyên teze û kana destkeftiyên nû yên şoreşê bi biryardarî tevdigere.

VEJÎNA NASNAMEYÊ YA GELÊN ROJHILATA NAVÎN E JÎ

Vejîna Kurd ku bi bûyina Rêber Apo dest pê kirî, her wiha ji bo çand, bawerî, nasnameya gelên din ên li cografyaya Rojhilata Navîn e jî. Ev rastiya ku Kurd rojane dijîn,  her wiha bi rastiya dîrokî û civakî ya gelê me re jî levhatî ye. Ya ku ev rihê di zik hev de bûne û ev çand derxistî holê Rêber Apo ye, ku ev rih û çand di rastiya civakî ya dîrokî ya gelê me de hebû. Ev rihê xwîşk û biratiyê ku gelan di dîrokê de dijiyan, bi Rêber Apo re li cografyay rojhilata Navîn ji nû ve vejiya. Ev hişmendî û rihê çandî civakî û dîrokî ku îro bi pêşengiya gelê Kurd bi rengê Neteweya Demokratîk tê avakirin, zivistanê reş ku netewdewletan anîn,  di berjewendiya gel, çand, baweriyan de dihelîne û hildiweşîne. Rê li bihara rasti nû Newroza rastîn a gelan vedike li Rojhilata Navîn.

NEWROZA 2022’AN BÛ NEWROZA RÊBERTÎ

Gelê me bi ser ket ku Newroaza 2022’an bike Newroza Rêbertî. Biryardariya xwe li ser vê mijarê, di meydanên rengîn ên Newrozê de danî holê, daxwaza azadiya Rêber Apo bi dengekî bilind danî holê,  peyama ku hedefa herî mezin a gelê Kurd azadiya Rêber Apoye û ev nema tê taloqkirin û ev daxwaza wê ya sereke ye pir aşkere diyar kir. Hêrişa polîsên rejîma faşîst a dema pîrozkirinê ya li mîkserên deng jî, nekarî wê qêrîna ‘Bijî Serok Apo’ ya bi milyonan mirov a bi yek dengî, veşêre. Nekarî qêrîna ‘Bê Serok Jiyan nabe’ biçewisîne.

GEL DIXWAZE RÊBER APO LI MEYDANÊN NEWROZÊ BIBÎNE

Gelê Kurd li gel dostên xwe li meydanên Newroza 2022’an gelek peyam dan. Lê di vê Newroza bêhempa de, peyame herî mezin û herî girîng ku li meydanên Newrozê dayî ew bû ku bi yek dengî xwest ku tecrîda li ser Rêber Apo demildest rabe û ji hêla fizîkî ve Rêber Apo azad bibe. Gelê me êdî dixwaze Rêber Apo li nav xwe bibîne. Dixwaze Rêber Apo li meydanên Newrozê bibîne. Dixwaze Newroza xwe bi Rêber Apo re pîroz bike û biryardariya têkoşînê ku vê ji hêla pratîk ve pêkan bike, vê îdîayê datîne holê.  Divê dewleta Tirk û hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê, hem jî muxalefeta fermî ya Tirkiyê vê dxwaza gelê me ku ji hêla hiqûqî ve jî êdî pêkan bûye, xweş bibîne û rast bixwîne. Ne dewleta Tirk a mêtinger, ne hikûmeta faşîst û ne jî muxalefeta fermî nikare çavê xweli vê rastiyê bigire. Nikare zêdetir ji vê rastiyê bireve. Ji ber ku heta ku deriyên Imraliyê venebin, heta ku tecrîd ranebe û Rêber Apo ji hêla fizîkî ve azad nebe, ti probelên dîrokî û rojene yên ku weke dêwan li ber Tirkiyê ne, çareser nabin.

Li gel hemû astengiyan jî, em helwesta biryardar û berxwedêr ku gelê me û dostên gelê me li meydanên Newrozê nîşan dane slav dikin. Di serî de em helwesta gelê xwe yê bakur ku zilm û zordariya faşîzma AKP-MHP’ê li ser e, ev vê helwesta vînî ya bêhempa ya gelê me ku li ya li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku lê dijîn, vê helwesta bêhempa a Newrozê ku nîşan dane bi dil û can pîroz dikin. Gelê me û dostên gelê me, di vê Newrozê de derbeke dîrokî li rejîm û polîtîkayên qirker ên AKP-MHP’ya faşîst da. Rejîma faşîst a qirker şaşomaşo kir.

AZADIYA RÊBERTÎ WÊ DI NAVENDA XEBATAN DE BE

Gelê Kurd, wê helwesta xweya bicoş û biryardar ku li meydanên Newrozan nîşan dayî, dema bûyina 4’ê Nîsanê û piştî wê, tevahiya sala 50’ê ya Rêbertî wê bigihijîne hêzeke mezin a rêxixtsinî û asta çalakiyeke bilind. Em tevger hedefa rakirina tecrîda mitleq a li ser Rêber Apo û pêkhatina azadiya fizîkî, em ê li navenda hemû xebatên xwe bi cih bikin û xebatên xwe bi perspektîfa Newroza Sala 50’î ya Rêbertî rê ve bibin. Bi vê çarçoweyê em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz, dostê hêja, bang li jin û ciwanên Kurdistanî dikin, ji bo rakirina tecrîda mitleqa li ser Rêber Apo  û azadiya fizîkî têkoşînê geş bikin, rêxistiniyê xurtir bikin û çalakiyên xwe zêdetir karîger bikin û bang li her kesî dikin li qada lê dijîn daran biçînin.”

ANHA

Back to top button