CivakManşêt

Kampa Newroz… bi hêviyên vegerê jiyana xwe didûmînin 

penaberê Serêkaniyê û Girê Spî yên li Kamp Newroz bi çih bûne ji ber êrîşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê beriya du salan li ser her dû bajaran, jiyaneke bi êş di kampê de derbas dikin.

Penaberên kampê ji mafê jiyanê bêparin,di dem sala  zivstanê de penaber di şert û mercên pir zehmet de derbas dibin,jiyana di kampan de gelekî bi êş e lewra mirov nikara pirsan ji her kesî bike ka çi daxawze?.

Bersiva ku li ser ziman her penaberekî jî ew em dixwazin li malên xwe vegerin,bi aramî bijîn.

Penaberên ku em rastî wan hatin azar û hêviyên xwe ji mere anîn ser ziman.

Fatima Remedan Ehmed jineke penaber e di hêstirên her dû çavên wê de gelek çîrokên bi xem hatin diyarkirin, xwesteka wê vegra malê ye.

Ew dibêje:

ez dixwazim li jiyana xwe vegerim tu kesî min tune ye, malên me hatin talan kirin tiştek ji me re nema, em tenê li ser alîkariyan jiyana xwe diqedînin, tu alîkarî ji derve ji me re nayê pêşkêş kirin ji xeynî alîkariyên Rêveberiya Xweser, ma ka ez ê çi bêjim.

Di ber dewamiya axfitna xwede jina penaber bangî mrovahiyê kir û got:

Ji mafê me ye ku piştgirî ji me re bê pêşkêş kirin ji ber ku em di bin êrîşên dewleta Tirk neçar man penaber bibin,  gelo em ê li mal û bajarê xwe vegerin û bi aştî jiyan bikin; ez bi hêvî me bajarê me ji dagirkeran were rêzgar kirin û em vegerin malên xwe.

Rama Hafiz Hesen ew jî penabereke ji bajarê Serêkaniyê   dixwaze weke zarokên cîhanê bijî:

Ew dibêje:

em di kamê de jiyan dikin ji ber êrîşa dagirkeriya Tirki li vê derê tirs heye sala borî konek şewitî, xuşkeke minî biçûk jî heye ez li ser wê ditirsim, dixwazim li mal û dibistana xwe vegerim, dixwazim weke zarokên cîhanê bi aştî jiyan bikim.

Jina ducanî Meha Cuma diyar kir ku alîkarî hindikin û bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkarbin.

Ew dibêje:

Erê rewşa me başe û alîkarî ji me re tê lê ne wek mal û bajarê me ye, em dixwazin li mal û milkên xwe vegerin,  em di dem sala çile de ne meha cemedê ye zarokên me biçûkin û vê cemedê tehmûl nakin, betanî kêm in, em daxwaz dikin ku rêxistinên mirovî rewşa me bibînin û alîkariyan ji me re pêşkêş bikin.

Penaber jiyane xwe roj bi roj diqedînin û rojan dijmêrin ew li benda wê kêliyêne ku vegerin gund û bajarên xwe.

Ebdil Cebar Hemîd Hiso behsa penaberiya xwe dike ew dibêje:

dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî bajarê me kir em derketin ji malên xwe û di dawî de em hatin kampa Newroz, me dev ji malên xwe berdan û malên me hemû hatin talan kirin ji hêla çeteyên Tirkiyeyê, em çi bêjin derdên me gelek in, em dixwazin li malên xwe vegerin.

Derbarî rewşa zarokên kampê me ser dana dibistana li kampê kir.

Rêvbera dibistana Şehîd Cemal mamoste Nûrşîn raghand ev sala yekemîne ku dibistan li vê kampê vedibe, û got:

Em li gorî rewşa zarokan sîstema xwendinê dimeşînin, her wiha em li gor rêbaza Rêveberiya Xweser diçin, dewama dibistanê ji saet 8’an heta 12,30 e.

Li aliyekî din mamoste Henan Nîdal Taha ku ji herêma Serêkaniyê û li dibstanê zarokê devera xwe berwerde dike ji mere diyar kir ku ew jî mamoste bû dema ku li bajarê xwe jiyan dikir lê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker neçarî koçber dibe.

Ew dibêje:

Ez li kampa Newroz bi cih bûme, ez xwendekarê refê çaran fêr dikim ên pêkhateyên ereb, rewşa xwendekarên min lawaze, anha ez wan ji destpêkê de fêrî tîpan dikim, ez hêvî dikim ku rêxistinên mirovan alîkariyan ji me re pêşkêş ji aliyê cilan û piştigiriya derûnî bikin, û ez hêvîdikim bi hatina sala 2021’an em li malên xwe vegerin û bajarê me ji dewleta Tirk a dagirker rêzgar bibin û em bi ewlehiyê û aştiyê jiyan bikin.

di kampa Newroz de (210) malbat jiyan dikin hejmara wan bi giştî (1050) kes in, piraniya wan ji Serêkaniyê û Girê Spî ne.

Endamê komîta têkiliyan Nedîm Omer derbarî rewşa kampê de ji me re raghand ku kamp di sala 2014’an de hat ava kirin ji hêla Rêveberiya Xweser, dema ku rêxistina DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir û heta 2019’an de piştî Şengal hat rêzgar kirin miletê Şengalê vegeriyan malên xwe.

Nedîm Omer got:

Me amdekariyên xwe kiribûn ku em kampê vala bikin, lê bi sedema êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me dîsa miletê me penaber bûn, me çih ji wan re li vêderê vekir, rêxistinên mirovan alîkariyan bi awayekî kêm pêşkêş dikin, bi armanca sûcên dewleta Tirk ku pêk tîne veşêrin.

Hêjayî bi bîrxistinê ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin ku di encamê de gelek jin û zarok bûn qurbanî û bi hezaran gelên herêmê koçberbûn û mal û milkê wan hate dizî û talan kirin ji aliyê komên terorist.

    

Back to top button