Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 10’ê Çileyê beşdarî merasîmên du şehîdên ku di sala 2016’an de li Efrînê li dijî çeteyan rabûn, û ev in “Beşar Qasim” û “Alî Elhewa”.
Merasîm ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, li Qada Şehîdan li rojavayê taxê hat lidar xistin.
Mustefa Hemo endamê meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di merasîman de axivî û got:”Şehîd rêberên me yên rastîn in û em wekî partiya şehîdan şopdarê şopa wan in û em ê dev ji tu mafên gelê xwe bernadin û em ê biparêzin” wiha lê zêdekir” gelên ku fedakarîyên herî mezin û bilind kirin da ku dadmendiya civakî pêk bînin û bi rûmet û azadî bijîn di nav welatekî de ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûrî diparêze û destûrek dadmend di Sûriya demokratîk û nenavendî de misoger dike”.