ManşêtNûçe

Li Başûrê Afrîkayê pêngava “ji bo ocalan azadî” dest pê kir

Koma Xebatê ya Kurd a Başûrê Afrîkayê (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Başûrê Afrîkayê (COSATU) pêngava bi navê “Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyê, azadî ji bo Abdullah Ocalan” dan destpêkirin.

Ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Gûterres nameyeke vekirî hate nivîsandin ku NY heman pîvanên Nelson Mandela, ji bo Rêberê Ocalan jî bên bicihanîn.

Herdu komên navborî bang li her kesî kirin ku tevlî vê pêngavê bibin.

Ronahî

Back to top button