DaxuyanîManşêtPYD

ji Raya giştî re

Di dema ku dewleta dagirker a Tirk êrîşên xwe yên sîstematîk ên siyasî û leşkerî li ser gelê Kurdstanê pêk tîne û plan û komployan datîne ku şerê navxweyî Kurd-Kurd derxîne, û rola xwe ya komploger a Osmanî li ser pêşeroja gelê Kurdstanê û gelên Rojhilata Navîn bi gelemperî ji nû ve vejîne,  yek ji tundrewên dewleta Tirk vê sibehê êrîşek eşkere li dijî avahiya HDP ê li bajarê Izmîr pêk anî, şewitand û êrîşî Endaman kir, ku di encamê de yek ji endaman jiyana xwe ji dest  ” Deniz poyraz ” .

Êrîşa tundrewî ya ku li ber çavê aliyên ewlehiyê pêk hat pêyî ku bê rawestandin yan sûcdar bêne  dadgeh kirin tevî ku HDP ê gelek caran aliyên Ewlekarî agahdar kir bûn ser van gevdanan, nîşana vê yekê ew ku Dewleta Tirk û hêzên wê yên Ewlkariyê û Tundrewên  AKP hevrêzin di van êrîşan de.

Êrîşên bi vî rengî, yên ku nefreta veşartî ya faşîzma Tirk li dijî saziyên demokratîk, nemaze HDP, a ku ji bo demokratîkbûna civakên li Tirkiyeyê  têkoşînê dike û gelan diparêze, herwiha  piraniya serok û cîgirên wê di zindanên faşîzma Tirk de ne jiber ku wa parastina mafên mirovan, azadî û demokrasî yê di kirin.

Em Mecilsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de dema ku  em van êrişan bi tundî şermezar dikin, ji civaka navneteweyî dixwazin ku fişarê li dewleta Tirk bike da ku van rêbazên zordar ên sîstematîk ku li dijî gelê Kurd û gelên  herêmê pêk tîne rawstîne, Her weha em sersaxiyê ji malbat û rêhevalên Deniz Poyraz re dixwazin, ku ji bo Aştî û demokrasî yê têkoşîn kir û canê xwe da.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

17 – 6 -2021

Back to top button