ManşêtNûçe

Rêxistineke erebî piştgirî da biryara YE`yê ya qedexekirina rêxistina “Gurên Boz”

Berdevkê fermî yê rêxistina Dad û Geşdanê ya Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Zêdan El-Qenaî di daxuyaniyeke çapmeniyê de bang li hikumetên Ewropayê kir ku komeleyên dewleta Tirk û rêxistina Gurên Boz di hundir Almanya, Fransa û Birîtanyayê de qedexe bikin û wan li ser asta cîhanê weke rêxistinên terorîst ragihînin.

Rêxistinê destnîşan kir ku Rêxistina Gurên Boz xetereyek mezin li ewlehiya dewletên Ewropayê dike û bi taybet ji ber ku rêxistinek neteweyî, tundraw û dijberî neteweyên din e.

Rêxistinê bang li rayedarên Ewropayê kir ku lêkolînên berfireh der barê destwerdana rêxistina Gurên Boz a dewleta Tirk û komeleyên Tirk li Ewropayê de ji bo çalakiyên tundraw  bikin, bi taybet derbarê kesên ku tevlî DAIŞ`ê bûne û berpirsên wan rêxistinan ku çalakiyên terorî li dijî Fransa û gelek dewletên Ewropayê, kirine.

ANHA

Back to top button