JinManşêtNûçe

Hadiya Elî: Pêşxistina aboriya civakî bingeha wê jin e

Hevsroka Desteya Aborî û Çandiniyê Hediya Elî îşaret kir ku Desteya Aborî û Çandiniyê li herêma Cizîrê, gel teşwîq dike bi taybet jinan li ser avakirina projeyên pêşveçûnê li ser hemû astên Aborî, Pîşesazî, Bazirganî û Xizmetî û jixeynî wê.

Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hate naskirin di riya rola wê ya çalak di hemû waran de bi pêşengtiya wê, rola jin ya sereke di pêşketina aboriya civakî ya ku di der barê wê de kar dike li ser xebata hevkar ku sînorekî ji yekdestdariyê re deyne heye, û hewcdariyên jin û civakê bi cih tîne, ji bo besmeyek wê taybet hebe di bidestxistina têrbûna xweser û serxwebûna jinan.

Di hevdîtineke teybet li gel hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê li herêma Cizîrê “Hediya Elî” li ser rola jinê di pêşveçûn û Aboriya projeyên taybetî jinê, îşaret kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêka damezirandina wê di 2014’an de hevkar bû di avakirina gelek projeyan ya têkildarî piştgirî û pêşketina qidreta jinê ji hêla aborî û bidestxistina têrbûna xwesreî, ya ku bi rola xwe hevkariyê dike di xurtkirina Aboriya Civakî.

Hediya Elî wiha lê zêde kir “Rêveberiya Xweser gelek serkeftin di warê Aborî bidestxist, tevî mercên ku ji hêla siyasetên dagirkeriya Tirkî pêk tê, û bandorên şer li Sûriya bigiştî, wekî din belavbûna vîrûsa Koronayê ya ku bi awayekî sereke bandor li ser warê Aborî kir”.

Hediya Elî diyar kir ku projeyên Aborî yên ku hatin vekirin bi awayekî mezin bû alîkar di pêşketina aboriya jinê û gelek derfetên kar çêbûn bi taybet di dûrpêçê de, jinan berpirsiyariya piştgiriya aboriya neteweyî girt ser milê xwe, û di tevahiya waran de li hember zehmetî û êrîşên aborî.

Lê zêde kir: ” Di nava aloziya Aborî ya ku Sûriya tê de derbas dibe, Rêveberiya Xweser kar dike li ser danîna bernameyan di asta bakur û rojhilatê Sûriya di riya avakirina şaneya aloziya Aborî ya ku ji pisporên Aborî û darayî pêk tê ji bo lêkolînkirina aloziyê û danîna tedbîrên lazim ji bo bandorên aborî kêm bikin, û em weke Desteya Aborî û Çandiniyê çawaniya kêmkirina vê aloziya Aborî li ser gel û jinê bi taybet dixin ser milê xwe, ku di riya wê de em hewil didin piştgiriya projeyên jinan bikin li gel avakirina projeyên aborî nû li gorî mercên herêm”.

Hediya Elî diyar kir: “Me gelek projeyên çandiniyê avakir li herêmên bakur û rojhilatê Sûriya ji bo civaka me sûd jê bigre, û ji bo ku hewceya me tune be bi alîkariyên derve”.

Hadiya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelek projeyên pêşerojê hene, û derxistina gelek qanûnan yên têkildarî Aboriyê û herêmê ji bo rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê.

Di dema damezirandina Rêveberiya Xweser û heta roja me ya îro nêzî 720 kargeh hatin vekirin.

Hêjayî gotinê ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk di destpêka meha Poşperê pêşengeheke ji bo hilberên herêmî hat vekirin, gelek kargeh tevlî bûn bi armanca teşwîqkirina hilberên herêmî li tevahiya herêmê.

Back to top button