ManşêtNûçe

Jeffrey: Em ê hevkariya xwe bi bakurê rojhilatê Sûriyê re bidomînin

Malpera Wezareta Derve ya Amerîkayê têkildarî serdana nûnerê Taybet ê Amerîkî yê Sûriyê James Jeffrey ji bo Sûriyê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Jeffrey di serdana xwe ya bakurê rojhilatê Sûriyê de teqezî li ser berdewamiya hevkariya siyasî û leşkerî bi hevkarên xwe yên li erdê re kir.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku Jeffrey, di serdana xwe de bi berpirsên mezin ên Hêzên Sûriya Demokratîk, Meclisa Sûriya Demokratîk, şandeyên Kurdî û serokên eşîrên gundewarê Dêrezorê re civiya.

Her wiha hate diyarkirin ku Jeffrey destnîşan kir ku welatê wî qurbaniyên ku gelê Sûriyê di salên dawî de dane, bi taybet kesên ku di şerê têkbirina herêmî ya DAIŞ’ê de qurbanî dane bi nirx dibîne.

Jeffrey teqez kir ku pêdivî bi hevkarî û koordîneya domdar di pêngava li dijî DAIŞ’ê de ji bo misogerkirina têkçûna wê ya mayînde û gihandina alîkariyên mirovî û aramî bo deverên rizgarkirî kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Jeffrey di heman demê de diyar kir ku Dewletên Yekbûyî ji bo ku DAIŞ careke din dernekeve holê dê koordîneya leşkerî û sivîl bi şirîkên xwe yên li ser erdê re bidomîne û ji bo çareseriyek aştiyane ji aloziya Sûriyê re pêk bîne ya li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî li gel hemî Sûriyên opozisyonê “rejîma Esed” bixebite.

Jeffrey dê 23’ê Îlonê bigihêje Berlînê û bi rayedarên Alman re rewşa Sûriyê, xebatên hevbeş ji bo domandina mîsogerkirina têkçûna mayînde ya DAIŞ’ê û çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2245 nîqaş bike.

Back to top button