DaxuyanîManşêt

Dewlemendiya netewan şehîdên wê ye

Ji destpêka derketina desthilatdariyê û belavbûna tundiyê û mîtîngerê di civaka mirovî de derket yê ku parastina maf û edaletiyê bike, û dema tişt giha mîtînger û kolaebûna civak û netewan derket yên parastina nirx û berjewemdiyên wê bikin. Netewên ku tu kes tune ye ku parastina nirx û hebûna wê bike winda bû yan jî di daristanekê de ma ji aliyê hêzên mîtînger û serdest.

Civaka me aniha di meha Gulanê derbas dibe ku tê de jin û mêr ên ku şehîd ketin ji bo parastina civak û mirovahiya wan û rûmeta mirovahiyê her wiha her roj ji meha Gulanê bû şahidê şehadetên dîrokî ku ev meh bi navê meha şehîdan bi nav bû, ya herî ber bi çav şehîd Heqî Qerar yên ku şehadeta wî rê da li ber damezirandina Tevgera Azadiya Hemdemî ya Kurdistanî ku karîbû rêça dîrokî bighurîne di Rojhilata Navîn bi giştî de, nayê ji bîrkirin jî şehadeta komek ji rêveberan û rewşenbîran li ser destê Osmaniyan di destpêka Sedsala Bîsatn 20 ji bo parastina gelên Sûriyê û Lubnanê. Bi sedan şehîdan ku li ser riya van xulaman şopandin.

Dema gel û netew şehîdên xwe bi bîr tîne ew soza xwe nû dike ku li ser rêça wan bişope di nirxên ku wan parest û şehîd ketin ji bo wê, ji bo vê mebesta dijminên gelan ku hemû tiştên têkildarî şehîdan tune bike heya rakirina goristanên şehîdan jî ku bîra gel û netewan nû dike, Mînaka herî ber bi çav li ser tiştên ku faşizma Tirkiyê ku pêk tîne di roja me yî heyî de, gora şêx Seîd El Bîranî nayê zanîn her wiha gora Seyîd Rîda, û destpêka ku Efrîn dagirkir berê xwe da gora Nûrî Dêrsimî, mîna ku wê hemû gorên şehîdan xerakir û hemû deverên ku dest dirêj kir li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê û hemû gorên şehîdan li Bakurê Kurdistanê ji ber ku ew ji şehîdan ditirse bêhtir ji zindiyan.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD baş zanin gelên ku axa xwe bi xwîna şehîdên xwe avnedane , û nirxên rûmeta şehîdan nedaye hesane ku ew xwe radestî tecawizkaran bike û şermezariyê qebûl bike.

Bi boneya roja şehîdan û meha şehîdan em soza xwe nû dikin ji şehîdên gelê me û gelên herêmê ku em dev ji tiştê ku ji bo wê şehîd ketine ji rûmet û bidestxistina Biradîgma Netewan Demokratîk ya ku azadiyê û jiyana hevbeş û ji hemû gelên herêmê misoger dike.

Şehîd nemirin û ronahiyekin riya rûmet û azadiyê ronî dike.-

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2020-5-18     

Back to top button