ManşêtNûçe

Hovîtiya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrîn didome

 Car din mîna her rojê, welatiyek hate revandin û 61 dar jî hatin birîn.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên Feyleq El Şam welatî, Arif Silêman 52 ji xelkê Burc Heyder revandin.

Torê diyar kir ku çeteyan bi awayekî hovane êriş birin ser mala Silêman û pişt re ew revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Çeteyan 61 darên zeytûnan li Efrînê birîn

Di çarçoveya talankirina xwezayê û guhertina demografîk de jî kiryarên çeteyan dewam dikin.

Li gorî Torê çeteyên El-Nuxba 26 darên zeytûnan li gundê Naza yên welatiyê bi nav Mihemed Osman birîn.

Efrîn NEWS 24 jî diyar kir ku çeteyan li ser rêya di navbera gundê Qestel Miqdad û Qorna 35 darên welatî Xelîl Elî birîn.

Ev dar jî piştî têne birîn wekî êzingan li herêmên dagirkirî têne firotin.

Back to top button