HevpeyvînManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Hewldanên Tirkiyê ji bo têkbirina ewlehî û aramiya herêmê bê dawî

dawîTêkildarî projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û armanca Tirkiyeyê ya li dijî herêmên ewle, nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê yê DYA’yê Besam Îshaq destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser li herêmê serkeftina xwe îsbat kir. Her wiha diyar kir ku proje rê li ber pêkanîna planên Tirkiyeyê li herêmê digire

Îshaq  di hev peyîvînekê digel rojnemaya yekîtiya demokratîk detnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser, projeyeke pêşeng e û serkeftina xwe li ser erdê îsbat kiriye û anî ziman ku : “Ewlehî û aramiya herêmên ku QSD diparêze, nimûneyek pirreng ku hemû nasnameyên niştîmanî, çandî û etnîk ên hemû şêniyên herêmê nas dike, pêşkêş kir. Jinan jî di bin banê Rêveberiya Xweser de bi rêya tevlêbûna hemû saziyan, azadiya xwe bi dest xist.”

Di berdewama gotinên xwe de Îshaq destnîşan kir ku tişta ku Rêveberiya Xweser cuda dike, nasîna wê ji çandan û cudakirina ol ji dewletê ye û wiha got: “Bi vê yekê ol di desthilatdariyê de nayê bikaranîn. Lê vê projeyê nimûneyeke ku mafê pêkanîna ayînên olî nas dike, pêşkêş kir. Eger li ser tevahiya xaka Sûriyê belav bibe, dê hêviyên gelê azadîxwaz peyda bibin.”

Îshaq got:” Projeya ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye bicihkirin, kêrhatina xwe ji bo pêkanîna hêviyên gelê ku ji bo azadî û rûmeta xwe serî hildaye, îsbat kir”.

Besam Îshaq Her wiha der barê êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê got: “Tirkiye bi gelek hincet û bihaneyan hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û mîna Efrînê herêmê dagir bike.”

Her wiha Îshaq bal kişand ser ku Tirkiye bi navê azadiyê û demokrasiyê diaxive lê di rastiyê de koletî û ol di siyasetên xwe de bi kar tîne da ku hegemonyaya xwe serwer bike û planên xwe pêk bîne.

Besam Îshaq teqez kir ku projeya Rêveberiya Xweser rê li ber pêkanîna planên Tirkiyeyê li herêmê digire.

Back to top button