Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Salih Muslim û Asya Abdulla li bajarê Amûdê beşdarî rê û resma 3`yemîn salvegera damezrandina Rêvebiriya Xweser a Demoratîk a Rojavayê Kurdistanê bûn.
Rê û resma pîrozkirina 3`yemîn damezrandina Rêvebiriya Xweser li bajarê Amûdê li havîngeha Bîlsan bi beşdarbûna seroketiya Rêvebiriya Xweser a Demokratîk, nûnerên Partiyên siyasî, nûnerên sazî û dezgehên Rêvebiriya Xweser û saziyên sivîl, nûnerên çalakiyên siyasî û civakî, kesayetiyên serbixwe, nûnerên TEV-DEM, hejmarek ji serok erşîrên Ereb, nûnerên YPG`ê / YPJ`ê nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk û nûnerên encumenên rêvebir a bajarên Minbic, Girê Spî û bajarê Holê birêve çû.
Şahiya 3`yemîn salvegera damezrandina Rêvebiriya Xweser a Demokrat bi xulekek rêz girtin li giyana cangoriyên tekoşîna azadiyê destpê kir, pişt re gotarên Rêvebiriya Xweser û saziya malbatên Şehîdan hatine xwendin, her wiha Hevserokê kantona Cizîrê Hêmedî Deham bi navê kantona Cizîrê gotarek pêşkêş kir, gotara encumena cîbicîkar a kantona Cizîrê jî Ebdulkerîm Saroxan pêşkêş kir, gotara Hêzên Sûriya Demokratîk fermandar Rojda Demhat pêşkêş kir.
Di rê û resmê de bi navê Ciwanên bakûrê Sûriyê û eşîrên Ereb yên li deverên Hol û başûrê Hesekê dimînin jî gotar hatine pêşkêş kirin.
Şahiya salvegera damezrandina Rêvebiriya Xweser bi pêşkêşkirina sînevizyonekê derbarê xebat û çalakiyên Rêvebiriya Xweser a Demokrak di sala 2016 de lidarketine berdewam kir, pişt re hunermendê Kurd ê bi nav û deng Bangîn Efrînî stiran û helbeştên xwe pêşkirin, şahî bi govend û dilanan bi dawî bû.
Navenda Ragihandina PYD`ê li Ewropa
Ş.M