CivakManşêtNûçeNûçeyên LezgînXweserî

Pêkhateyên Rojava: ′Em ê li gorî biryarên Astana tev negerin′

AMÛDÊ – Di semînera gotûbêjkirina rewşa Sûriyê û projeya Federaliyê de, beşdaran dane xuyakirin ku ew ê li gorî biryarên Astanayê tev negerin.AMUDE-BI-DAWIKIRNA-NIQASA-PILATFORME4

Buroya Têkîliyan a TEV-DEM′ê bi armanca nirxandina rewşa siyasî ya Sûrî  û projeya Federaliya Bakurê Sûriyê, li salona Beylesan a bajarê Amûdê semînerek li dar xist.
Di semînerê de Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hisên Ezam, Endamên Desteya Serokatiyê ya MSD′ê Hikmet Hebîb û Bircim Xelîl, Hevserokê Desteya Karê Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat, Hevseroka Desteya Ciwan û Sporê Hemrîn Elî, Hevseorka Desteya Kar û Barên Şehîdan Fatma Tahir, Heverokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed, Hevserokê Buroya Têkîliyên Giştî ya TEV-DEM′ê Ebdulselam Ehmed, Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd, rûspiyê eşîreya El-Sultan şêx Salih Hec Bekir, rûspiyê eşîreya El-Muşahede Mihemed Hesen, rûspiyê AMUDE-BI-DAWIKIRNA-NIQASA-PILATFORME2eşîreya El-Lehîb Oda Hisên ê herêma Şedadê, rûspiyê eşîreya El-Mehasin Selman Ehmed, Endamê Yekîtiya Odlarên Misilman a Kantona Cizîrê Mihemed El-Xerzawî, rûspiyê eşîreya Omeriye Mihemed Reşad, rûspiyê eşîreya El-Xemir Mihemed Elî El-Hemed, Endamê Meclîsa eşîreyên Kurd Elî Mihemed, Endamê Mala Ezidiyan Cibêr Cindo, rûspiyê eşîrya El-Şimer Seyf El-Hakim, rûspiyê eşîreya El-Xewatne Ehmed El-Zêd, rûspiyê eşîreya El-Raşid He was El-Miflih, rûspiyê eşîreya El-Zibêd Raxib El-Faris, rûspiyê eşîreya Şerabiyan Ehmed Elo, serokê Partiya Roj a Kurdî li Sûriyê Kovan Keno, rûspiyê eşîreya Begara Xelef El-Nehir û gelek rûspiyên eşîreyên din, amade bûn.

AMUDE-BI-DAWIKIRNA-NIQASA-PILATFORME1Di semînerê de Hevserokê Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif axivî û da zanîn ku kongre û civînên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatin lidarxistin têk çûn, ji ber hêzên demokratîk têde beşdar nebûn.

Di nîqaşên derbarê Astana de beşdaran dane xuyakirin ku gelê Sûriyê li gorî biryarên civîna Astanayê tev nagerin, ji ber ku dê ev civîn bêyî beşdariya nûnerên gel were lidarxistin. Beşdaran her wiha destnîşan kirin ku projeya Federaliya Bakurê Sûriyê çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyê ye.

Semîner bi silavkirina berxwedana YPG/YPJ/QSD′ê di çeperên şer de, bi dawî bû.

(mm)

Back to top button