HevpeyvînManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Heta ku jinek hebe Erodxan nikare bajarê me dagir bike

Hevseroka KCD`ê û Parlamentera HDP`ê ya bajarê Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. Çalakiya Leyla heta roja îro dewam dike , di hemê demê de daxuyaniya Erdoxan ku têde diyar kiribû ku wê êrîşî li ser herêmên bakur û rojhilatî sûriyeyê bike, ev daxuyanî helbet ne care yekeme lê dem diyar kirin tiştekî balkêşe. 

Di derbarê van mijaran de berdevka kantona Qamişlo ya kongira star Eyhan Murad ji Rojnemeya Partiya Yekîtiya Demokrat re axivî.

Marlementerên me têne girtin

Di axaftina xwede Mûrad li ser mijara girava birçîbûnê wiha got; hemî parlamenterên me tên girtin û wan dixin zindanan de,û  tecrîdek herî giran li ser rêberê mirovahiyê rêber APO didin meşandin ku serok APO di komployek navnetewî de hat girtin berî 19 salan, lê sal bi sal ev tecrîd giran tir dibe, ev zêdî heyvekê hevala me Leyla Guven ji bo tecrîda li ser rêber APO dest bi girava birçîbûnê kiriye, her wiha hemî herêm û navçeyên me piştgirî ji bo heval Leyla û şermezarkirina tecrîda li ser rêber APO li her deverî kon hat dayîn, bi girseyî miletê me tevlî bûn û gotin rêber APO ne bitenêye, heval Leyla û hemî parlamenterên me ne bitenê ne em li pişta wene em ê bi têkoşîna xwe dagirkeriyê têk bibin û hilweşînin, hemî girtiyên menî di zindanê de em ê di nav xwe de azad bijîn, rêber APO bi xebat û têkoşîna xwe azad bikin ji ber îro ne tenê ev berxwedaniya di zindana Amedê dê kirin berxwedaniya heval Sakîna cansîz di salên 80 î de, Mezlom Doxan, Mihemed Xeyrî û Kemal Bîr hatiye kirin, berxwedanî her tim berdewame li dijî dagirkeriyê , li dijî tecrîda ku li ser serokê me tê kirin, li dijî zilima ku tê kirin gavên berxwedaniyê xurt dirin û em ê berxwedaniya xwe xurt tir bikin.

Ji dagirkeriyê re na

axaftinên Erdoxan û hikûmeta AKP ê di kesayeta Erdoxan ku axaftina dide û dibêje ez ê xaka Roj Ava, herêma Rojhilat û Bakurê Sûriyê dagir bikim.Erdoxan Êrîşên xwe li ser herêmê zêde dike û çiyayên Kurdistanê topbaran dike, lê bela Erdogan û haval bendên wî û her kesê destekê dide wî bila baş zanibin ku gelê 40 salî fêrî fikir û felsefeya rêber APO bûye, ew rêberê ku di nava çar dîwaran deye , îro em bi fikir û ramanên wî gava davêjin, em xwe pêşdixin û cîhanê bi tevahî perwerde dikin bi fikir û felsefa rêber APO, çiqasî tecrîdê giran bike tê aloziyê jî di nav xwe de zêde bike û şer dijwar bibe, êdî bese ji tecrîdê re, ji dagirkeriyê re û aloziyê re em miletekî aştî xwazin û demkratî xwazin em şer naxwazin, di serîde dewleta tirk Efrîn dagir kir û niha jî dizane  ku herêmên menî dîtir dagir bike, ji ber ku dibîne berxwedan gel berdewame hem li Efrînê hem li Dêrazorê û li hemî bajarên me berxwedaniya gel û hêzên me yên leşgerî berdewame,Erdoxan tu carî nikare îradeya vî gelî bişkîne îrade hatiye berwerde kirin li gorî fikir û felsefeyek azad ev gel perwerde bûye  ne tenê kurd hemî pêkhate ku li vê herêmê dijîn, hemî banga azadiyê dikin.

Dixwaza dema Osmaniyan vegerîne

dewleta Tirkiyê dixwaze împaratoriya xwe ya osmanî vekerîne lê ew gel ne gelê beriyê ye ku xwe li ber tunebike û li ber gava navêje.

Soza me herdem berxwedaniye

Mûrad di axaftin a xwede wiha tekez kir; Herêmên me bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin û dagirker tu carî nikare îradeya me bişkîne, banga me ji van hêzên ku dibêjin em ê çereseyê ji vî welatî re bînin lê îro em dibînin ev welat bi destê rêjîma AKP êrîşên Erdoxan ev welat parçe dibe hun çima deng nakin, lê em ê welatê xwe bi parêzin û welatê xwe vegerînin welatekî azad aştîxwaz û gelekî azad tê de jiyan bikin.

Bi hêza jin wê Erdoxan bikeve

Di dawiyê de Eyhan Mûrad got; Em ji bajarê Qamişlo ji  Erdoxan re dibêjin heta yek jin hebe û berxwedaniyê dike tu nikare welatê me dagir bike û em herdem dibêjin berxwedan jiyane , û heya dawiyê berxwedanî.

(girûp)

Back to top button