ÇalakîCivakManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Şêniyên Reqayê pişta me bi hêzên QSD xurte

Meclisa Sûriye Demokratîk bi armanca ravekirina rewşa herêmê û şiyarkirina gel, rêze civînan ji şêniyên bajarê Reqa û gundewarê wê re li dar dixe.

Di vê çarçoveyê de, îro meclisê li gundê Retla yê başûrê Reqayê civînek li dar xisti. Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş, endamên Partiya Sûriye Pêşerojê, nûnerên Meclisa Sûriyê Demokratîk, kesayetên siyasî û leşkerî, rûspî û şêx êlên herêmê û bi dehan şênî beşdarî civînê bûn.

Mişleb El-Derwîş di civînê de axivî û got:”Îro gelê Sûriyê ku rêya azadî û aştiyê pejirandiye, rojên dijwar derbas dikin. Em ji wan kesên ku dixwazin herêmê me wêran bikin, gelê Sûriyê û yekitiya wî parçe bikin dibêjin, em yek beden in, yek fikr in û ev xaka me ye.”

El-Derwîş wiha domand: “Em mercên siyasî ku her tim tên guhertin dijî  û dibe ku bandore li hundir bike. Ji ber wê divê baweriya me bi me hebe. Dema em bi hêz bin, wê demê desteka hêzên  derve bi me re ferq nake. Ew tenê hatiye berjewendiyên xwe pêk bîne. Me ji bo azadiya xwe serî hilda ye.”

Ji aliyê xwe ve serokê Komîteya Çand û Hunerê Hesen El-Mistefa axivî û destnîşan kir ku dîroka herêmê bi şaristaniyan têr û tijî ye, lewra gelê herêmê ji gefên artêşa Tirk a dagirker natirse.

El-Mistefa wiha domand: “Em bi rûmeta welatê xwe û azadiyê wî bawer in. Em li ser vê axê bazirganî  nakin. Yên ku welat rizgar kirin û rêxistinên terorîst ji herêmên me qewirandin, vekişandina Amerîka tu bandorê li me nake.”

Piştî bidawîbûna axaftinan deriyên nîqaşê hate vekirin û pirsên beşdaran hatin bersivandin.

Girêdayî mijarê ajansa me nêrînên welatiyên herêmê girt. Welatiya bi navê Cehîde Ibrahîm a ji şêniyên başûrê gundewarê Reqayê got: “Herêmên me bi saya xwîna şehîdan rizgar bûn. Em ê jiyana xwe ya asayî di nav aramî û ewlehiyê de bidomînin û em qebûl nakin ku aliyek ji derve mudexeleya me bike. Ji ber ku ji mafê gelê Sûriyê ye ku çaranûsa xwe bi xwe diyar bike”.

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Asye El-Elî destnîşan kir ku hemû dewletên derve lihev kirine ku fitneyê li herêmê çêbikin û ewlehiya wê têk bibin û wiha dewam kir:”Ew dixwazin berjewendiyên xwe li Bakurê Sûriyê pêk bînin û herêm parçe bikin. Em nahêlin kesek bostek xaka me dagir bike.”

Bi heman armancê, Meclisa Sivîl a Reqayê civînek ji şêniyên gundên rojhilatê Reqayhê re lidar xist. Civîn di dibistana El-Keramê ya başûr de bi tevlêbûna şêniyên El-Keramê, saziyên sivîl û şêx û rûspiyên êlên herêmê hate lidarxistin.

Di civînê de şêx êla El-Berîc Mihemed Nûr El-Zîb axivî û destnîşan kir ku armanc ji lîstokên navdewletî li herêmê û gefên Tirkiyê zindîkirina DAIŞ’ê ye.

Di berdewamiya civînê de endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Xalye El-Kejwan axivî û got: “Piştî ku herêm bi destê lawên  wê hat rizgarkirina, dîsa dixwazin wê dagir bikin. Ji lewre divê em li hember vî şerî bisekinin.”

Ji aliyê xwe ve hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa destnîşan kir ku piştî ku QSD’ê  DAIŞ’ê ber bi tunekirinê ve dibe, hindek dewlet dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin û ev tişt anî ziman:”Lê em nahêlin tu aliyek mudexeleya herêmê bike. Vekişandina Amerîkayê dê bandor li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê neke.”

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Baran Ehmed diyar kir ku gefên Tirkiyê ne nû ne, ji ber ku Tirkiyê ji 400 salan ve herêm dike hedef û got: “Tirkiyê gelê herêmê bi terorîstan bi nav dike. Lê em gelekî aştîxwaz in û naxwazin ku herêm di aloziyên nû re derbas bibe. Em nahêlin ku Tirkiye derbasî xaka ku bi saya xwîna şehîdan rizgar bûye bibe û em parçekirina Sûriyê red dikin.”

ANHA

Leave a Reply

Your email address will not be published.

Back to top button
Close