ManşêtNûçe

Girava birçîbûnê di roja 144 an de didome

Girtiyên azadiyê li girtîgehên Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî” di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribû. Girtiyan destnîşan kiribû ku heke heta 15’ê Sibatê roja Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyên siyasî piştre di 12’ê sibatê de bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo çalakiya wan bandorê li xebatên hilbijartinê neke, biryar dan ku dê piştî hilbijartinê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Girtiyên PKK û PAJK’î di 3’yê Nîsanê de bi ser navê Denîz Kaya daxuyaniyek weşand û ragihand ku ew bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

ÇALAKÎ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛ

Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger a ku me heta niha dimeşand, di 4’ê Nîsana 2024’an de bi dawî dikin, rojbûna 75’an a Rêberê xwe, lehengiya kedê ya mezin bi hezkirin û dilsoziyeke mezin silav dikin, 4’ê Nîsanê ku rojbûna azad e di serî de li Rêber Apo li şehîdên têkoşîna azadiyê, li gerîlayên bi fedaî şer dikin, li gelê me û gelan pîroz dikin. Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ ji 4’ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma ‘Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de’ bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.”

ANHA

Back to top button