JinManşêtNûçe

Meclisa Jinan a PYD`ê hemleya xwe ya hişyarkirinê ji bo kêmkirina diyardeya tundiya li ser jinan didomîne

Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li herêma Minbicê broşurên ku naveroka aliyê perwerdeyê ji bo hişyarkirina diyardeya tundiya li ser jinan tê de, belav kirin.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di bin diruşmeya “Bi têkoşîn û yekîtiya jinan em dawî li tundiyê tînin” kampanyayeke hişyarkirinê li dar xistibû, ev jî di çarçoveya kampanyaya sêyemîn de ye ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya partiyê ve hatiye lidarxistin.

Endamên partiyê bi hevkariya Kombûna Jinan a “Zenûbiya” çalakiyek ji bo belavkirina broşuran li gelê Minbicê li dar xistin.

Di dema belavkirin broşuran de endamên partiyê diyar kirin ku armanca vê kampanyayê ew e ku jinan li ser rewşa siyasî, pirsgirêkên ku di jiyana xwe ya rojane de dikişînin û binpêkirinên ku bi wan re rû bi rû dimînin, çi bedenî û çi devkî, agahdar bike.

Di serdanan de Meclîsa Jin tekez kir ku jin hevjîn, xwişk û dayik e û diyar kir ku jin  jiyanê dide û ji bo pêkanîna civakek demokratîk divê mafên wê bên parastin.

Di broşurê de nêrîneke giştî li ser erkên Meclîsa Jinan, prensîbên bingehîn ên jinan û qanûnên ku şideta li dijî jinan sînordar dikin, li gel qanûn û cezayên taybet ên ji bo pêşîgirtina li şîdeta li ser jinan di beşa sêyem a qanûna ceza de cih digire li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hemleya belavkirina broşuran li ser asta hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome.

Back to top button