ManşêtNûçe

Gelên kantona Qamişlo Destûra ku em tê de ne beşdarin, nûnertiya me nake

Bi hezaran gelên kantona Qamişlo ji Kurd, Ereb, Suryan, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, beşdarî meşê bûn û li dijî biryara NY meşiyan  meş li pêş Stada 12’ê Adarê dest pêkir û ber bi Navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ya li bajarê Qamişlo yê çû.

Meş bi armanca şermezarkirina dûrxistina nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûra Sûriyê de pêk hat ya ku sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres di 23’yê vê Îlonê de ragihandiye.

Girseya gel wêneyên şehîdên di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, komên çete û rejîmê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbûn û pankartên “Na ji destûra bêyî Rêveberiya Xweser re”, “Destûra ku em tê ne beşdar in, nûnertiya me nake”, “Nûner ji DAIŞ û El-Nusra hene, ka nûnerên şervanên azadî û aştiyê”, “Em peymana Lozanê ya nû qebûl nakin” û “Destûra me, hevpeymana civakî ye ku bi xwîna şehîdên me hatiye nivîsandin” hildan.

Girse heta ber bi navenda NY’yê ve dirûşmên şermezarkirina dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriya ji komîteya destûrê û silavkirina şehîdan, meşiyan.

Li ser Rêya Siyahî, meşa şêniyan vegerî çalakiyê prostestoyê. Tê de hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Kewriyê der barê hewldanên rejîma Sûriyê, Tirkiyeyê û dewletên destwerdêrên li aloziya Sûriyeyê yên dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî diyalogan de axivî û got: “Çi destûra bêyî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê nivîsandin, bi armanca dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê ye û tu çareseriyan bi xwe re pêk nayne.”

Çalakiya şêniyan heta derbasbûna şandeyek ji 6 kesan ji Kurd, Ereb, Suryan û hin kesayetên oldar li navenda NY’yê ji bo radestkirina daxwazên girseya gel, dewam kir. Di nameyê de, şêniyan biryara NY’yê ya dawiyê û dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çêkirina destûra Sûriyeyê, pêwîstiya nûnertiya pêkhateyên herêmê û ji nû ve vegera li lîsteyên hatine ragihandin, şermezar kir.

Şêniyan diyar kir ku nûnerên NY’yê yên li bajarê Qamişlo tekez kir wê xwestekên şêniyan bigihînin nûnertiya NY’yê ya li Şamê û ji wir bigihînin Washingtonê û piştre ji aliyên pêwendîdar ên komîteya destûra Sûriyeyê re bi rê bikin.

 

Back to top button