ManşêtNûçe

KNK: Divê zext li Erdogan were kirin, ev şer were bidawîkirin

Dewleta Tirk di êrişa dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê de  çekên kîmyewî bi kar tîne. Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Hewlêrê daxuyaniyek da. KNK’ê bang li civaka navneteweyî kir ku bila bêdeng nemînin.

Endama KNK’ê Şukrula Hemedemîn daxuyanî xwend û got “Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelê me şerekî giran dimeşîne û di vî şerî de hemû sînorên exlaqî û qanûnê bin pê kiriye. Êdî hatiye asta ku çekên kîmyewî bi kar bîne û dixwaze gelê me têk bibe. Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê mafê gelê me bin pê dike û her roj êrişî Başûr û Rojava dike. Dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan re destkeftiyên gelê me ji holê rake û hemû axa Kurdistanê dagir bike.

Dewleta Tirk a dagirker 6 meh in êrişên giran dibe ser Avaşîn, Metîna û Zapê. Dewleta Tirk heta niha berxwedana gerîlayên azadiyê neşikenandiye û tu serkeftin jî bi dest nexistiye.

Dewleta Tirk a dagirker her roj gelê Kurd dikuje û ji bêdengiya civaka navneteweyî vê hêzê distîne. Heke pêşiya siyaseta şer a Erdogan neyê girtin wê karesateke wekî ya rejîma Baasê pêk were û li ser gelê me wê xetereyeke mezin çêbibe. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Emerîka, Ewropa, Çîn, Rûsya û dewletên Ereban dikin ku bila ji bo berjewendiyên xwe  yên ekonomîk çavê xwe ji vî sûcê şer e negirin.

Em dixwazin heyeteke taybet biçe herêmê, bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike û bi çavê xwe bibînin ku dewleta Tirk çawa çekên kîmyewî bi kar tîne. Divê zext li Erdogan were kirin, ev şer were bidawîkirin û ji bo aştiyê gav were avêtin. Em bang li dewleta Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku bila destûrê nedin dewleta Tirk a dagirker ku serweriya Iraqê bin pê dike û xwezayê dişewitîne.

Em bang li hemû aliyên siyasî, rêxistinên navneteweyî, pêşengên olî, rewşenbîr, parêzvanên azadiyê û hemû hemwelatiyan dikin ku divê bi berpirsyariya xwe mirovî rabin û li hemberî ev êrişên Erdogan û dewleta Tirk derkevin.”

ANHA

Back to top button