JinManşêtNûçe

Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistina Kongra Star û Amademiya Jineolojiyê, li ser online panêlek bi navê “Şoreşa Rojava li dar xist

Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistina Kongra Star û Amademiya Jineolojiyê, li ser online panêlek duh bi navê “Şoreşa Rojava; Li Bakurê Sûriyeyê cîhaneke alternatîf tê avakirin” li dar xist.

Di panêla ku mijarên Hevpeyana Civakî û modela Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û veguherandina demokratîk a civakê bi riya têkoşîna ji bo jinan hatin destgirtin, gelek nûner û kesayetên ji welat û parzemînên cuda beşdar bûn.

Di destpêka panelê de dîmenek li ser danansîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê û rola jinan di nav de ku bi zimanê înglîzî hatibû amadekirin, hat pêşkêşkirin. Pişt re endama meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û di heman demê de endama rêxistina Kongreya Star Perwîn Yusif, her wiha endama Akademiya Jineolojyê Zozan Sîma axivîn.

Perwîn Yusif di destpêka axaftina xwe de behsa pêvajoya destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û wiha got: “Ev 12 sal in şoreşa me didome ku di dirêjahiya van salan de gelek dost û hevalên me çêbûn. Şoreşa me ya ku bû hêvî û îlhama ji bo azadiya mirovahiyê û Rojhilata Navîn, îro ji aliyê her kesê ve tê meraqkirin. Raperînên ku di 2011’an de li Rojhilata Navn hatin destpêkirin, em jî weke gelê Rojavayê Kurdistanê bûn parçeyek ji wan serhildanan. Bêguman beşdarbûna me ji valahiyekê nehat, gelê Rojavayê Kurdistanê ji 20 salên mayîna Rêber Apo ya li Rojavayê Kurdistanê sûdê girt û xwe birêxistin kir. Me di 2012’an de bi lidarxistina şoreşê, pêşengiya bîrdoziya Rêber Apo kir. Armanca şoreşa me ew e ku, xwe ji qeyd û hişmendiya hêzên desthilatdar rizgar bikin, xwedî li hebûna xwe derkevin. Her wiha me xwest em pergaleke wisa bidin avakirin ku em hemû pêkhate, bawerî û neteweyên li herêmê hembêz bikin. Weke tê zanîn erdîngariya Sûriyeyê xwedî dewlemendiyeke wisa ye ku bi pir rengî û pêkhateyên xwe tê naskirin. Ji ber vê şoreşa me bû hêvî û derfet li pêşiya pêkhateyên din jî vekir ku careke din xwedî li nasname, hebûn û çanda xwe derkevin û ji asîmîlasyona bi salan rizgar bikin.”

Perwîn Yusif wiha behsa pêvajoyên ku hatin jiyîn kir: “Me bi dirûşma ‘gel daxwaze hilweşandina’ dest bi şoreşa xwe kir, jixwe armanca gelan ji rabûna serhildanan daxwaza guhertin û veguhertinê bû. Me jî ev daxwaz kir armanca xwe ya yekemîn, ji ber vê me dest bi avakirina komîn û meclisan kir. Ew gav ji bo me destpêkirina qonaxeke dîrokî bû lewre me dest bi rêxistinkirina gel kir da ku em bikaribin dijminahiya ku bi hişmendiya netew-deweletê di navbera pêkhateyên li herêmê de hatibû avakirin, ji holê rakin. Ji bo vê jî me di destpêkê de baweriyê di nava civakan de da avakirin ku bîrdoziya me di bingehê de xwe dispêre hêz û vîna civakê. Li hemberî rêxistinbûna di her demê de êrîşên mezin ji aliyê pergalên desthilatdar ve çêbûn. Li hember van êrîşan me komîteyên xwe yên parastina cewherî dan avakirin ku civak bikaribe şoreş û pergala xwe biparêze. Bi taybetî jî tê zanîn hêzên parastinê yên dewletan, li hemberî civakê tên bikaranîn. Lê me xwest em ji vî qalibî derbikevin û ji nav civakê hêzên xwe yên parastinê bidin avakirin.

Perwîn Yusif bi van gotinana behsa êrîşên ku li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin kir: “Me di 2014’an de li sê kantonên li Rojavayê Kurdistanê pergala Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre azadî, demokrasî û parastina ekeolojiyê, damezrandin. Di 21’ê Çileyê de hevpeyamana civakî ya Rêveberiya Xweser bi rengekî fermî hat îmzekirin ku ev gav ji aliyê civakê de hat hembêzkirin. Di heman salê de hêzên ku dijberiya pergala me kirin, bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ya li ser Kobanê, xwestin pergala û şoreşa me tune bikin. Gelê me ku xwe spart parastina cewherî, dikaribû bibe mertala parastina şoreşê. Serhildana ku li Kobanê dest pê kir di 2019’an de li bajarê Baxozê tacîdar bû ku hişmendiya tarî ya çeteyên DAIŞ’ê bi temamî tune bikin. Ev serkeftina ku bi berxwedanî û baweriya gel pêk hat, bû çavkaniya dengvedana şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Bi vê gavê re, me jî xwest ku em êdî ji çarçoveya Rojavayê Kurdistanê derkevin û pergala xwe bi herêmên rizgarkirî ji DAIŞ, Rojhilata Navîn û Cîhanê bidin naskirin. Li ser vê bingehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 kantonên ku paradîgmaya neteweya demokratîk bingeh digirin, hatin damezrandin ku ev gav bû bingeha avakirina yektiya gel û civakê.”

‘EM DI WEKHEVIYA ZAYENDÎ DE BI ÎSRAR IN’

Perwîn Yusif der barê hevpeyama civakî ya nû de û bandora wê ya li ser jinan de jî wiha got: “Pergala me li hember pergalên nijadperest, lîbral û desthilatdar dibe alternatîf. Lewre hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çand û nasnameyên xwe yên resen hevpeymana civakî pejirandin. Çawa ku em daxwaza mafên hemû civakan dikin, di heman demê de em di warê azadiya jinan de jî bi îsarar in. Ji bo vê di kotaya giştî de, wekhevî di navbera herdu zayendanan de heye. Ji bo vê di aliyê erk û misyon de jin xwedî erk û maf in. Avakirina ferdên azad bi van rêbazan pêkan e. Li ser vê bingehê me di Kanûna 2023’an de reng û modela xwe ya dawî erê kir. Hevpeyamana me ya civakî dikaribû baweriya gel bi dest bixe. Lewre em dibînin ku di şert û mercên niha yên êrîşan de, civakê hemû derfetên xwe xistiye seferberiyê û alternatîfan diafirîne. Em ê bi hêz û vîna civakê li dijî êrîşên dewleta tirk têbikoşin û dibin xwedî hêz.”

Back to top button