ManşêtNûçe

Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir

Endama Komîteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ji ajansa Mezopotamiyayê diyar ku Tirkiye hucreyên DAIŞ’ê yên li herêmê çalak dike.

‘TIRKIYE Û DAIŞ BI HEV RE TEVDIGERIN’

Foza Yûsif da zanîn ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê didomin û wiha got: “Di demên dawî de bi SÎHA’yan gelê herêmê hedef digirin. Bi zêdebûna êrişên Tirkiyeyê re liv û tevgera DAIŞ’ê jî zêde bû. Li gorî agahiyên ber destê me, di navbera DAIŞ û MÎT’ê de xebateke hevpar heye. Li deverên ku Tirkiye lê ne çalak, DAIŞ’ê têxe dewrê. Herî dawî jî li Reqa, Dêrazorê û gelek deverên din DAIŞ çalak bû. DAIŞ’ê hucreyên xwe yên li Til Hemîs, Til Berak û herêmên din çalak kir. Lewma jî DAIŞ û Tirkiye operasyonên hevpar dikin. Dewleta tirk ji jor ve û DAIŞ jî bi rêya hucreyên xwe van êrişan dike. Li dijî êrişên Tirkiyeyê, hemû saziyên siyasî û civakî yên li herêmê di nava xebatan de ne. Têkoşîna li dijî van êrişan didome. Erdogan û Bahçelî ji bo di hilbijartinan de bi ser kevin, dixwazin êrişî herêma me bikin. Ev îxtîmal hêj ji holê ranebûye. Gelê herêmê xwe ji bo van êrişan amade dike.”

‘HEVDÎTIN BI ZEXTA RÛSYAYÊ TÊN KIRIN’

Bi domdarî Yûsif got ku hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê yên piştî 11 salan bi zexta Rûsyayê tên kirin û wiha domand: “Sûriye baş dizane ku hikûmeta Erdogan van hevdîtinan ji bo hilbijartinê dike. Inyeta Erdogan a derketina ji deverên dagirkirî nîne. Lewma hikûmeta Şamê lezê nake. Rûsya jî ji ber şerê li Ûkraynayê girêdayî Tirkiyeyê ye. Lewma dixwaze van hevdîtinan çalak bike û pêş bixe. Lê li gorî min nikare ewqas zû encamekî ji hevdîtinan bigire. Ji ber ku heta Tirkiye ji deverên dagirkirî dernekeve, hikûmeta Şamê şertên Tirkiyeyê wisa bi hêsanî qebûl nake. Lê ev nayê wê wateyê ku di mijarên cuda de gavan navêje. Li gorî me dê Sûriye ji ber zextên Rûsyayê gavên biçûk biavêje lê heta ku dagirkerî hebe dê di mijarên stratejîk de tev li peymanan nebe.”

TIFAQA STRATEJÎK A SÛRIYE Û RÛSYAYÊ

Yûsif bal kişand ser tifaqa stratejîk a di navbera Sûriye û Rûsyayê de û wiha derbirî: “Rûsya dixwaze ku rejîm bi hemû sazî û hêzên xwe vegere herêmên xweser. Dixwaze vê jî bi zexta Tirkiyeyê bike. Rûsya dixwaze rêveberiya xweser neçarî Şamê bike û êrişên Tirkiyeyê bi kar tîne. Lê sekna rêveberiya xweser û HSD’ê zelal e. Lê divê çareseriyeke siyasî ya mayînde şert e. Divê pergala Sûriyeyê biguhere. Divê heqê herêmê bê mîsogerkirin. Lewma rêveberiya xweser muzakereyê nake. Her çende ku armancên van êrişan cuda bin jî, dixwazin rêveberiya xweser neçarî tifaqeke neadilane bikin. Lewma jî rêveberiya xweser seknekî xurt û jixwebawer raber kir.”

‘TIRKIYE DIXWAZE ÇETEYAN TUNE BIKE’

Di berdewamê de Yûsif got: Tirkiye dixwaze van koman tune bike. Ji ber ku êdî bi kêrî wê nayên û emrê wan ji bo Tirkiyeyê qediya. Ji bo vê jî hewldanên wê hene. Li gorî nirxandinên me dê ev yek ewqas bi hêsan nebe. Ev komên çete di ferqa armancên Tirkiyeyê de ne. Dizanin ku êdî ji çav hatine derxistin. Ew jî dê li dijî vê li ber xwe bidin. Lê nizanim bê ka dê hêza wan çiqas têrî bike. Ji wan hinek dê qebûl nekin û li dij derkevin û hinek jî dê teslîm bibin. Dê li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê bi perspektîfa MÎT’ê tevbigerin. Colani daxuyanî da û got ku dixwazin serbikevin. Lê nebawerim xwedî wê vînê bin ku planên Tirkiyeyê vala derxînin.”

‘ÎXTÎMALA ÊRIŞÊ HEYE’

Foza Yûsif, diyar kir ku dibe heta hilbijartinan Tirkiye êrişeke bejahî bike û ev nirxandin kir: “Erdogan di rewşeke zehmet de ye. Ji bo ku di vê hilbijartinê de bi ser keve dikare her tiştekî bike. Lewma li gorî me êriş, îxtîmaleke zêde dûr nîne. Hewcehiya Erdogan bi serkeftinekê heye. Dibêje qey êrişî vê derê bike dê nîjadperest dengê xwe bidin wî. Lê şerekî vêcarê derdikeve dê neşibe şerê li Efrîn û Serêkaniyê. Ji bo me dê ji her alî ve bibe şerê hebûn û nebûnê. Dê rewşeke ku paşvegavê biavêjin tune be. Lewma divê hemû kes hesabên xwe li gorî vê bike. Ji bilî serkeftinê tu rêyên din li pêşiya me jî nînin. Dê ji bo me bibe şerê qederê. Em bi vî awayî nêz dibin. Hêvîdarim ku nekevin nava hesabên xelet. Dê encama vî şerî bi xwe re encamên pir cuda bîne.”

‘RÊVEBERIYA XWESER LI DIJÎ ÊRIŞAN AMADE YE’

Herî dawî jî Yûsif ev tişt anî ziman: “Rêveberiya Xweser li dijî van êriş û gefan hem ji hêla leşkerî û siyasî ve, hem jî ji hêla civakî, dîplomasî û aborî ve amadekariyan dike. Hemû dibêtiyan hesab dike û amadekariyên xwe wisa dike. Di serdemê berê de hemû kesî digot rêveberiya xweser nikare xwe li ber van êrişan bigire. Gelên herêmê rêveberiya xweser ji bo xwe weke rêya rizgariyê dibîne. Di vê çarçoveyê de jî lê xwedî derdikeve. Ji bo ku rêveberiya xweser hîn bêhtir xurt bibe û pêş bikeve, hemû kes di nava hewldanan de ye. Her kes têdikoşe. Van êrişên dawî nîşan dan ku gelên herêmê bi rêveberiya xweser re ne. Ji bo her êrişekê amade ne. Mirov dikare vê yekê di sekna gel de bibîne. Gelek kesan digotin bi van êrişan re dê gel ji herêmê derkeve lê gel xwedî li rêveberiya xweser derket û ev plan vala derxistin. Dê gelê me li dijî her cureyên êrişan li ber xwe bide.”

Back to top button