ManşêtNûçe

TJA: Divê her kes li ber darvekirinan rabe

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê darvekirinên dewleta Îranê û binpêkirinên li hemberî jinan daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em gelê Kurd ji bo azadkirina nasnameya xwe demeke dirêj e têdikoşin û di heman demê de em jinên Kurd li hemberî zayendperestiyê li ber xwe didin. Komara Îslamî ya Îranê weke welatên ciran, bi salan e bi tundî bersiva her curê daxwazên civaka Îran û Rojhilatê dide.”

TJA’yê bal kişand ser vê yekê ku dewleta Îranê bi darvekirinê bersivê dide berxwedanên gel û wiha hate gotin: “Kurd, Fars, Azerî, Lor, Belûç û nasnme û baweriyên din ku di nav sînorên fermî yên Îranê de dijîn di têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê de mafdar in û Komara Îslamî ya Îranê ya Faşîst li hemberî mirovahiyê sûc dike. Em jinên Bakurê Kurdistanê berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê weke daxwaza herî rewa ya gelan dibînin û cardin dibêjin, em li gel wan in. Em bang li her kesê dikin ku ji bo rawestandina darvekirinan û ji bo pêkanîna daxwazan rabin û em careke din dubare dikin ku em  ê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bikin nîşaneya azadiya jinan.”

ANF

Back to top button