ManşêtNûçe

Li Stockholmê bi navê ‘Jiyana bi hev re ya gelên Kurd û Erebî’ konferansek hate lidarxistin   

Li paytexta Swêd Stockholmê bi navê ‘Jiyana bi hev re ya gelên Kurd û Erebî’ konferansek hate lidarxistin. Kesayetên ji pêkhateyên gelên li Rojhilata Navîn û Efrîkayê beşdarî konferansê bûn.

Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê û Înîsiyatîfa Diyaloga Navbera Kurd, Ereb’ û Pêkhateyên li Herêmê pêşengî ji konferansê re kirin.

Konferans bi armanca gotûbêjkirina pirsgirêkên gelên li herêmê, rê û rêbazên çareseriyê ji bo jiyana bi hev re ya gelan û peydakirina rêyên hevbeş hate lidarxistin. Di konferansê de mijarên Jinê û têgeha Jineolojiyê jî bi rengekî cuda hatin nîqaşkirin.

Ji pêkhateyên Asûrî-Suryanî, Feylî, Sûriyeyî, Iraqî, Urdunî, El Ehwazî, Kurd, Ereb û hindikahiyên din ên li herêmê gelek kesayet tevlî konferansê bûn.

Destpêkê li ser navê Enstîtûye Kurdî Bêkes Berwarî peyama xêrhatina mêvanan pêşkêş kir û li ser girîngî û naveroka mijarên konferansê agahî da beşdaran.

Di konferansê de bi taybetî rola neyînî ya dewleta Tirk a li Sûriyeyê, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên li ser Iraqê û tevahiya herêmê hatin nirxandin.

Di konferansê de hate destnîşankirin ku gelên herêmê bi birêxistinkirina xweparastinê, rêzgirtina li bawerî û zimanên hev, parastina jiyana wekhev û avakirina zemîna jiyana hevpar dikarin pirsgirêkên herêmê çareser bikin.

Yek ji mijarên ku rojeva konferansê bû, mijara gelê Al Ahwaz bû. Çalakvan û nivîskar Awatîf Al Asadî got, “Siyaseta tunekirinê û ajankirinê ya ku desthilatdariya Îranê li dijî gelê Kurd dimeîne, heman siyasetê li hemberî gelê El Ehwazî jî dimeşîne. Ji tirsa Îranê hîna jî tu welatên Erebî naxwazin gelê li herêma me weke Ereb bibîne û heya kurseke ziman jî nadin. Mafê gel bi her awayî li Îranê hatiye binpêkirin û Îran bi her awayî gelê El-Ehwazî dixe bin zext û zora xwe. Her wiha jin jî lazime bi heman feslefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe di nav civakê de pêş bixe û ji pirsgirêkên gel re bibe pêşeng. Ez weke jin û weke Ehwaziyek daxwaza mafên xwe dikim. Lazime hem wek jin, hem jî weke gelê El-Ehwazî mafê me yê xweparastin û mafê me parastina çand û jiyana me hebe. Ev xaleke pir girînge ji bo parastina çand û ziman.”

Nivîskar û çalakvanê Asûrî Samî Al-Maleh jî bal kişand ser xalên hevbeş ên li nava gelan ji bo jiyana bi hev re û avakirina demokrasiyê.

Li ser mijara jin û jineolojiyê çalakvan û rojnamevana Sûdanî Emel Haîdar axivî û got, “Heya îro jî qet qala erk û rola jinê ya di nava şoreş û serhildanên li Sûdanê nehatiye kirin. Weke rojnamevanek serbixwe û weke çalakvaneke jin, di gelek sazî û dezgehên warê mafê mirovan de min kar kiriye. Ji hev veqetandina bakur û başûrê Sûdan an jî avakirina fikreke wisa bi serê xwe şaşe. Kûrkirina pirsgirêkên aborî û bi ser de jî mijara ol lê zêdekirin, yek ji pirsgiêkên herêmê ye. Ez bi xwe jineke bawermendim û mislimanim, tu car û tu car min kesên Yahûdî, Xiristiyan an bawermendên din ji xwe re weke dijmin nedîtiye. Lê mixabin di nava civaka me de tovên vî tiştî têne çandin. Welatê Sûdanê ku ser erd û bin erdê xwe zêr û petrol e, mixabin gel di nava hejariyê de tê hiştin. Min hîna di temenê xwe yê ciwantiyê de navê Leyla Qasim bîstibû. Pir caran li xwe difikirîm, ez jî jinek bûm, ciwan bûm, ma gelo çima ez ê nebim pêşengek. Heya bi îro jî dema dengê tilîliya jinên Kurd dibîsim, bi rastî jî ji kêfa difirim.”

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî got, “Her weke tê dîtin, di konferansê de derket holê ku berdewam kirina konferans û semînerên bi vî rengî weke pêwîstiyeke girîng ji bo peydakirina rê û rêbazên jiyana bi hev re ya gelan e. Her wiha  gelên li herêmê lazime bi xwe vê yekê baştir bînin ziman, ne dewlet ku bi siyaseta li gor berjewendiyên xwe bide meşandin. Eger ew pira hevgirtina di navbera gelan de were xurtkirin, helbet zemîn û cihê pêkanîna tiştên wisa ji bo herêmê jî guncav e. Mînaka herî ber bi çav û zelal jî Rojava û herêma bakur û rojhilatê Firatê ye, ku tevayî pêkhateyên li herêmê di bin sîwaneke xweserî de jiyana xwe ya hevpar didomînin.”

Di dawiya konferansê de mijara avakirina konfederalîzma demokratîk û bi hev re jiyana gelan hate nîqaş kirin.

ANF

Back to top button