Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê bûyera sala 2013’an a li Amûdê ku tê de sivîl jî hatibûn kuştin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Bûyera ku di rojên 27-28 Hezîrana 2013`an de li Amûdê qewimî, facîa bû û ziyaneke mezin gihande gelê me û divê di dîroka gelê Kurd û Rojava de dubare nebe.
Em wek Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe berpirsyarê vê bûyera xemgîn dibînin û bi şaşiya mezin a ku di encama rûbirûhatinekê di navbera yekîneyeke me ya leşkerî dema ku ji eniyên şer vedigeriyan û komek ji xwepêşanderên li pêşiya navenda Asayîşê kom bûbûn, daxwaza serbestberdana ciwanên çalakvan dikirin û di encamê de kesên bêguneh jiyana xwe ji dest da, itîraf dikin.
Em wek Fermandariya Giştî ya YPG`ê xemgîniya xwe ya kûr û mixabîniya xwe raber dikin. Her wiha em amade ne her tiştê pêwîst bikin da ku vê birînê di dîroka şoreşa Rojava de derman bikin, lêborîna xwe radigihînin û tezmînata manewî û madî ji malbatên şehîdên gelê me yên bajarê Amûdê re pêşkêş bikin.
Ji bo pêkanîna lihevhatinê û bidestxistina aştî, aramî û ewlehiyê di dilê gelê me de, me fedakarî kiriye û ev yek erk û mafê gelê me li ser me ye û peywirek e ji bo her kesê parastin û ewlehiya vî gelî mîsoger dike, em amade ne her tiştê pêwîst bikin.”
ANHA