ManşêtNûçe

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da

Îro Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da, tê de helwesta şêniyên herêmê ku destekê didin şervanên QSD`ê silav kir. Her wiha bang li şêniyan kir ku piştgiriya xwe bidomînin.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Bi amadebûna fermandarên meclisan û girupên leşkerî, Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim piştî gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişeke nû li dijî herêmê, civîneke awarte li dar xist.

Di civînê de, Fermandariya Giştî detayên destdirêjiyên delweta Tirk di demên dawîn de li ser herêmên Til Temir, Zirgan, Minbic û Şehbayê nîqaş kir. fermandarên meclisên leşkerî li wan herêman rewşa dawîn û bandora wê rewşê li ser jiyana sivîlan û rêbazên parastina sivîlan, şîrove kir.

Di civînê de bandora êrişeke nû ya dewleta Tirk li ser rewşa mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet herêmên wekî hedef hatine diyarkirin, hate gotûbêjkirin. Hate piştrastkirin ku êrişeke nû dê Sûriyan vegerîne dema destpêka aloziya Sûriyê û hate diyakririn ku projeyên dagirkeriyê û di nav de gefên dawîn destpêka parçekirina Sûriyê ye.

Di civînê de bal li ser bandora êrişeke dewleta Tirk li ser şerê li dijî DAIŞ`ê jî hate kişandin, ku di demên dawîn de DAIŞ`ê ji êrişên dagirkeriyê sûd wergirt û pê re xeterî zêdetir bû.

Di civînê de hate teqezkirin ku QSD berî her tiştî girîngiyê dide kêmkirina rageşiyê û pabendîbûna bi lihevkirinan. Di heman demê de ji bo parastina xak û şêniyên herêmê, hêzên QSD`ê ji bo bersivdayîna êrişên muhtemel û şerekî demdirêj, asta amadekariyên xwe bilind kiriye.

Her wiha hate piştrastkirin ku êrişeke muhtemel a dagirkeriya Tirk dê bandorê li îstiqrar û yekitiya xaka Sûriyê bike, ev êriş ne tenê li herêmên werin hedefgirtin dê were bersivdayîn, lê belê dê herêmên din ên li xaka Sûriyê ya dagirkirî jî bigire nava xwe.

Helwestên şêniyên herêmê ku piştgiriyê didin şervanên QSD`ê hate silavkirin, bang li şêniyan hat kirin ku destekdayîna xwe bidomînin û piştgiriyê bidin her biryara ku QSD`ê li dijî dagirkeriya Tirk bide.

Her wiha hate teqezkirin ku ji bo bersivdayîna êrişeke muhtemel ya dagirkeriya Tirk û parastina xaka Sûriyê, hêzên wan amade ne bi hêzên hikumeta Şamê re koordîneyê bikin.”

ANHA

Back to top button