ÇalakîJinManşêtNûçePYD

Panêla Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat bi derxistina pêşînyaran bi dawî bû

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD di dîroka 7’ê Heziranê 2022 panêlek diyalogê li dar xist di bin sernavê “Rola ragihandinê di têkoşîna tundiya li dijî jinê”.

Ev panêl di çarçoveya hemleya sêyemîn ya têkoşnîna tundiya li dijî jinê hat, ku meclisa jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi drûşmeya “Bi têkoşîn û yekîtiya jinê tundî bi dawî dibe” destpê kirbû.

Panêl li bajarê Qamişlo hat li dar xistin bi tevlîbûna nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jinan, rêxistin, saziyên sivîl û kesayet û rûsipiyên eşîran.

Di dawiya panêlê de daxuyanî hat dayîn û hin pêşînyar hatin derxistin:

Em sipasiya tevahiya beşdaran dikin yên bûn alîkar di serkeftina vê panelê de, ji rojava û bakur û rojhilatê Sûriya û komara Misirê.

Me ev panêl di çarçoveya şert û mercên xirab ên ku li ser gel û herêma me bi giştî derbas dibe li dar xist, her wiha di çarçoveya êrîşên dagirkeriya Tirk û komên terosrîst yên girêdayî wî, ji bo em ji wan re tekez bikin ku êrîşkariya wan wê riya me di berxwedana tevahiya awayên tundiyê asteng neke, wê rûbirûbûna me û pêşxistina rê û têkoşîna me ji bo pêkanîna civakek bi exlaq û siyasî tê de jin bingeha sereke be û alîgirê esasî be ji alîgirên demokratîkê û avakirina sîsteme demokratîk ne navendî ji bo dewleta Sûrî, sînordar neke.

Pêşîniyar:

1- Divê rola raghandinê berovajî bi awayekî erênî be li ser jinê, malbat û civakê bi pêşkêşkirina modelên bi rûmet û biriqandî yên jinan û balkişandina ser têkoşîna jinê di hemû astan de.

2- Pêwîstiya ragihandinê bi agahdarkirina civakê li ser peymana navneteweyî ya “CEDAW” û bikaranîna medyaya civakî ya fermî di mijarên civakê de, bi taybetî di warê jinan de, bi awayekî herî baş.

3- Vekirina çavdêriyeke hevbeş ji bo jinên Sûriyê ji bo şopandina wêneya jinan û diyardeyên tundiya li ser wan, û ji bo bibe çavkanî û referansa bingehîn.

4- Pêşxistina bernameyên raghaninê taybetî dozên jinan.

5- Teşwîqkirina Rêveberiya Xweser ji bo bilindkirina azadiya raderbirînê û azadiya ragihandinê di çarçoveya yasayî de û aktîvkirina rola qanûnê di rûbirûbûna gotinên nefret û tundiya li ser jinan.

6- Ragihandina rola rasteqîn a medyayê weke sîstemeke civakî ya ku baweriyê dide raya giştî

Rola olan di nehîştina jinan de ji eşkerekirina êşên xwe 7-

8- Pesindana rola jina Êzidî ya di medyayê de û eşkerekirina rastiyan.

9- Dezgehên perwerdeyê di kêmkirina êşên jinan de xwedî roleke girîng in.

10- Rêjîmên desthilatdar, bi taybetî jî rejîma Tirk, ji bo şikandina vîna wan û domandina desthilatdariya baviksalarî, gelek caran jinên azad hedef digirin.

11- çalakkirina rola komîn û sekinandina li ser rola jinê.

12- Têkoşîna li dijî têgînên çewt ên ku li dijî jinan tên bikaranîn (mutleq, tazî, namûsa mêr).

13- Teqezî li ser sepandina cezayên herî tund ji bo tawanên kuştina jinan û eşkerekirina wan xalan di medyayê de.

14- Belgekirina binpêkirinên medyayî yên li dijî jinan û parvekirina wan li ser malperên medyayî û dîtina formûleke medyayî ya berfireh ku bala civakê bikişîne ser wê tawan û bûyera li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

15- Rêxistina bernameyên diyalogê di navbera zayendan de, bi hemû zelalî nîqaşbikin, li ser esasê van bernameyan amadekirina analîz û pêşniyarên avaker û teşwîqkirina jinan ji bo bilindkirina pirsgirêkên ku dikişînin.

Back to top button