ManşêtNûçe

Şandeya Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ye

Şandeya Aştiyê ya ji bo Parastina Kurdistanê ya 7 kesî ku ji Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhali, Siyasetmedar – Prof. Dr. Salar Basîra, Bijîşka Dil Zeynep Bînîcî, Şêwirmend Ronak Azîz, ji Weqfa Lînangan (Holanda) Hunermend Glorîosû Jûn Satûray, Berdevkê Enternasyonal ê Pêşverû Danîel Kopp û Çavdêrê Siyasî Yilmaz Pêşkevin Kaba pêktê, ji bo ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bên sekinandin çûn Başûrê Kurdistanê.

Şandeya Aştiyê ku destpêkê çûn Hewlêrê, li gel Tevgera Demokrasî ya Gelê Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Zahmetkêş a Kurdistanê hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinên Şandeya Aştiyê ya ku ji Ewropayê hatine ya bi nûnerên her sê partiyan de, nûneran nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê diyar kirin û destnîşan kirin ku ew qet nabin alîgirên dewleta Tirk.

Nûnerên partiyan, ji xeynî xebatên ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û gelan bên kirin, dan zanîn ku ji bo xebatên kongreya neteweyî ya Kurd amade ne.

Back to top button