ManşêtNûçe

SOHR: Hikumeta Şamê li beramberî serbestberdana girtiyan pereyan dibe

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got ku armanca qanûna Qeyser ku di navîna sala borî de ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve li ser hikumeta Şamê hatiye ferzkirin, ew e ku di radeya yekemîn de girtiyên di girtîgehên hikumeta Şamê serbest werin berdan. SOHR`ê diyar kir ku tenê derdora sed girtî yan bi navbeynkariyê yan jî bi dabînên Rûsyayê yan jî dayîna pereyan serbest hatin berdan.

Li gorî SOHR`ê di sala borî de li parêzehên cuda yên Sûriyê 2 hezar û 692 kes serbest hatin berdan.

Li gorî SOHR, bi rêjeya ji sedî 75 ji girtiyan bi rêya dayîn pereyan ji efser û rayedarên hikumeta Şamê re ku digihêje bi sed hezaran dolaran, serbest hatin berdan. Bi rêjeya ji sedî 25 bi rêya dabînên Rûsyayê û navbeynkariyê nexasim li herêmên “Lihevanînê” serbest hatin berdan.

Li parêzehên Şamê û gundewarên wê hikumeta Şamê 620 girtî di nav de zarokek di bin 18 saliyê de û 8 jin serbest berdan. Kesên ku serbest hatine berdan ji herêmên Mîdan, Kampa Yermûk, taxên din ên paytexa Şamê, Kenakir, Rehîbe, Doma, Kefer Batna, Hemuriye, Seqba, Hetîte El-Turkman, Milîhe û gelek herêmên din ên gundewarên paytextê ne.

Li parêzgeha Derayê 538 kes ji bajar, bajarok û gundên girêdayî parêzgehê serbest hatin berdan. Beşa mezin ji wan bi rêya dabîn û fermanên Rûsyayê serbest hatin berdan. 443 kes li Helebê û 396 kes li berava Sûriyê serbest hatin berdan.

Li Dêrazorê 144 welatî û 136 welatî ji şêniyên parêzgeha Idlibê mîna Meret El-Numan û gundewarên wê, Cisir El-Şixûr, Seraqêb û gundewarên wê, Kensefra, Ehsem û Iblîn, 123 kesên din ji şêniyên parêzgeha Himsê û 122 kes ji şêniyên parêzgeha Hemayê serberst hatin berdan.

Li Hesekê jî 78 kes, li Reqa 49, li Siweydayê 17 û li Quneyterayê 14 kes serbest hatin berdan.

SOHR`ê diyar kir ku hikumeta Şamê bazaran li ser dosyaya girtiyan çêdike. Efser û raydarên wê bi rêya toreke fireh ku ji simsar, parêzer, dadger destpê dike û bi efserên payebilind bi dawî dibe, miqdarên mezin ji pereyan li ser vê mijarê bi dest dixin.

SOHR`ê bi bîr xist ku ji destpêka qaşo şoreşa Sûriyê ve sala 2011`an, derdora 16 hezar û 236 sivîl di girtîgehên hikumeta Şamê de di bin îşkenceyê de hatine kuştin. Jê 16 hezar û 47 mêr û ciwan in, 125 zarokên di bin temenê 18 saliyê de û 64 jin in.

Li gorî SOHR`ê hejmara giştî ya windahiyên di girtîgehan de digihêje 104 hezarî. Bi rêjeya ji sedî 83 di girtîgehan de di dema navbera Gulana 2013`an û Cotmeha 2015`an de hatine tesfiyekirin. Zêdetirî 30 hezar girtî di girtîgeha Sidnaya de hatine kuştin û rêjeya din di rêveberiya istixbarata asmanî de hatine kuştin.

ANHA

Back to top button