ÇalakîManşêt

Eyşe Hiso: Divê Dadgeha Mafên Mirovan berpirsiyariyên xwe bicîh bîne

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Eyşe Hiso, û endamên Melisa Giştî ya partiyê tevlî konê protestoyê bûn, ya ku li kampên koçberkirina bi zorê li herêmaên Şehbayê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocelan hat orgenîz kirin.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Eyşe Hiso axivî û got:” Ji çend salan ve û dewleta Tirk ya faşîzm tecrîdek derqanûnî û ne hiqûqî di şexsê kesayeta rêber Ocelan ferz kiriye”.

Hiso tekez kir:” Divê Dadegeha Mafê Mirovan, Meclisa Ewlehiyê û Netewên Yekbûyî berpirsyara xwe hilgire û sînorekî ji dagirkeriya Tirkiyeyê û siyasetên wê ya terorîst li herêma Rojhilata Navîn re deyne”.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku divê dewleta faşîzm û Partiya Dad û Pêşveçûnê dijminatî û dagirkeriya xwe li ser herêma me rawestîne, her wiha daxwaza erêkirina hevdîtina parêzeran bi rêber Ocelan kir.

   

Back to top button